Bêrîvan ji kê re tê gotin? Berîya her tiştî lazim e kû mirov wateya vêya bizanibe. “bêrîvan’’; Ji keçên ku şîr didoşin re tê gotin. Bi gotinên din mirov dikare bibêje ku ‘’ Kulîlkên jîyana çîyê ..’’ ji çûyîna dotinê re jî tê gotin ‘’Bêrî ‘. Jixwe navê bêrîvanê jî ji Bêrî yê tê. Bêrîvan; berîya kû biçe bêrîyê hazirîya xwe dike. Bi çavê karekî li bêrîtîyê nanere, wek hunerekê lê dinêre. Ji lixwekirina fîstanên xwe, heta satila ku dike pîyê xwe bi çavekî din dinere li halê xwe. Heywanên bi şîr (Mî),(Bizin) jî li benda dotina bêrîvan in. Di çavên bêrîvanê de bi gelemperî xemgînîyek heye. Bêrîvanên gund, serê sibê bi şefeqê kom dibin, an jî ber êvarê û her kes dest bi paqijkirina satila xwe dike û çîtekê ( kitan) jî li devê satilê girê didin, diavêjin pîyê xwe û berê xwe didin çîyayên bilind. Di rêya bêrîyê de, bêrîvan carna henekên xwe li hev dikirin carna jî stran digotin.
Havînê jî bêrîvan ji konan derdiketin û diçûn bêrîyê. Şivanan jî komên pezê xwe nezîkî çîyayên gund ,an jî konan dikir.. Du kevirê mezin li hemberî hev datîne, wek derbasbûya derî dike û yek bi yek, mîyan dixe rêzê. Dor bi dor pez dike rêya dotinê. Bêrîvan berîya ku dest bi dotinê bike, şerpeya xwe zexim li ser serê xwe girê dide. Bi gelemperî dev û pozên xwe jî bi çîtê vedişêrin. Hew çavê wan xuya dike. Mirov bifikire, gelo çima dev û pozê xwe jî digrin? Bi rastî ez wisa difikirim , di derdorê kofîya wan de bisk û kezîyê wan hebûn, nedixwestin ku têkeve nav şîr, an jî , bêhna devê wan û kefa devê wan nekeve nav satilê. Lewra carna di dema dotinê de bi heywanan re diaxivîn. Ji heywana hez dikirin û ew mist didan, peyvên xweş an gotinên xweş dikirin ku, bila şîr zêde zêde bidin. Satila xwe li ber lingên xwe datanîn erdê û îcar li benda şivan disekinîn. Şivan jî serê mî an jî bizinan digirt û dianî ber lingê bêrîvanê ku şîr bidoşe. Şivan carna li ser linga, carna jî ser çokên xwe xwar dibû erdê û li benda dotinê disekinî. Bizt bizt dengê şîr dihat. Wek tu enstromanekê lê bidî. Çi dengekî melodîk derdiket. Bêrîvan di serî de du guhanên mîyê dikir nav lepê xwe û geh yek ber bi jêr ve dikşand, geh ya din dikşand û şîr ji guhanên mîyê an jî bizinê derdixist. Ji van herdu guhanan şîr biqedîya îcar dest bi yên din dikir. Wisa berdewam dikir heya ku şîr di guhanên mîyan de biqede. Di dotinê de ahengek heye. Ev aheng di dengê şîrê ku diket satilê de mirov hîs dike.Heke bêrîvanê tevgerîyek çewt bikira, heywan bi lingê xwe dida nîşankirin. Zîtik diavêt. Xirxir dikir û lingê xwe li satilê dixist. Ji ber vêya bêrîvan karê xwe wek hunerekî îcra dikin. Bêrîvan piştî qedandina dotinê çîtek gewr diavêt ser satilê ku toz nekeve nav şîr .Paşê satil an firaxên ku şîr kiriye navê diavêt ser milê xwe û berê xwe dida mala xwe ….
Karê bêrîyê bi zor û zehmetî dihat kirin. Lê wek her karî bêrîtî jî zinaetek e. Lazim e ku mirov bi hezkirinê bike. Lewra keçên ku vî karî dikirin di tebîeta wan de cudatîyek hebû , ew jî xemgînî bû. Lê ev xemgînî ne ji kirina vî karî bû, ji insanekî hîskarî dihat. Jixwe tiştekî rast jî heye ku ev jî keç û pîrekên Kurdan jixwe hestîyar in. Ji nav gelê Kurd,gelek hunermendên jin bi dengek bi şewat derketine. Bi rastî tiştek heye ku dengê Jinên Kurd pir ji kezebê û ji dil tê..Bêrîvanên Kurd jî him bi dengê xwe him jî bi xweşikîya xwe bala her kesî dikşîne.Lewra li ser bêrîvanan gelek sitran, helbest an jî nivîs hatine nîvsandin û hwd….
Ji vana yek jî ev e;
Taca serê Bêrîvana min zêrîn e ay ay,
Biskê Bêrîvana min çil û çar kezî ne,
Qirka Bêrîvana min tev zêrê Mehmûdî ne,
Sing û ber û bedena Bêrîvana min tev lîrê reşadî ne,
Bêrîvanê,Bêrîvanê……………….
Nûçevan
Piştî tirê kezîkurê
KULA DİLÊ KURDAN…!
Jennîfer Lopez bû hecî