Potasyûm (P)
Potasyûm di beden de dibe alîkarê sîqal/dengekirina avê û di hucreyan de alîkarîya derbasbûna xurekan dike. Ev mînerala ku her roj tê vekêrandin/qetandin, her roj dîsa xwe dadigire. Ji bo gêrana oksîjena di mejî, sîstema reh û rîşîyan, saxlem mayîna kezîyan, parastina mêlakê û qebizbûnê de gelek pêwîst e. Heke zêde bê bikaranîn wê bibe sedemê bilindbûna zixt/ tansîyonê.
Di 100 gramên hinek xurekan de madarê potasyûmê weha ye:
Di qeysî /mişmişên hişkkirî de 1600 mîlîgram, di şîrê hişkkirî /toza şîr de 1100 mg, di hejîrên hişk de 950 mg, di bahîvan de 800 mg, di fisteqan de 650 mg, di bindeqan de 600 mg, di zetûnê de 1500 mg, di lobîyên/ fasûlîyên hişk de 1000 mg, di qesp/xurme de 650 mg, di gûzan de 600 mg e.
Selenyûm (Se)
Selenyûm bi vîtamîna E re di pêşîya çêbûnên bagirêk/ tîmor û penceşêhran de dibe asteng . Ji bo sîstema zayandinê pir girîng e. Taybetîya wê ya ku hucreyan biparêze û pêşîya kalbûnan bigire heye. Di toza heyvanê hişk, mêlak, nanê kapek, pîvaz, sîr,kelem û beqleyan de peyda dibe. Ev mîneral heke bi domdarî zêde bê xwarin, wê bibe sedemê peydabûna jahrîbûnan, bêmeferî/bêhalî û westîyanan.
Sîlîsyûm (Sî)
Sîlîsyûm bi hêzkirina zarên hucreyan, pêşîya xwînjêhatinan digire. Di pêşîya kalbûna bê wext û xirabûna lebatan/ organan de dibe asteng û westîyanên/betilînên mejî ji holê radike. Piranî di kapeka genim, sîr, lobîyên hişk, nûnîkabûkê/engînar ê de peyda dibe.
Sodyûm xebitîna xuberdanên tûşbînêm/bezên jêder/pêk tîne. Ji bo fonksîyonên reh û jîyan hewceye. Heke bi qasî hewcebûnê neyê standin, di pêşdeçûnên bedenê de arêşe, kêmbûna kîloyan, tirşbûna aşikê peyda dibe. Heke zêde bê standin, wê bibe sedemê bilindbûna zixtê/tansîyonê.
Di 100 gramên hinek xurekan de madarê sodyûmê weha ye:
Di penîr de 1200 mîlîgram, di şîrê hişkkirî de 380 mg, di hêkê de 130 mg, di sîyelê/spanaxê de 100 mg, di nan de 650 mg, di zeytûnê de 130 mg, di mejî de 100 mg, di goştê çêlekan de 70 mg e.
Erê bêhn jê tê, lê derman e
Fêdeyên mewîjan
Bi xwarin û xewê gurçikên xwe biparêzin