Erê kêmasî û xeletîyên AKP û Kasimpaşalî Receb hene jî, lê bi ellawekîl kela dilê min li van general, çawîş û başçawîşên dolheram ên Ergenekonê rehet dike ha, xwedê heye.
Ji zû de çavê me li rê bû û me digot ka wê kengî Org. Çevîk Bîr bê girtin. Çevîk Bîr ê ku li Îmralîyê serdana başqanê me jî kiribû (başqan bi xwe di hevdîtinên parêzerên xwe de behsa wî kiribû), destê wî di gellek kujtin û kiryarên qirêj de hebû. Mêro digot qey wê ev tirr jê re bimîne û wê kesek newêribe xwe nêzîkî wî bike. Lê nizanîbû ku gunikreşên mîna Kasimpaşalî û dozgerên wî wek melkemot li ser serê wî sekinîne û li benda roja xwe ne.
Werhasil, ev tirr ji Org. Çevîk Bîr û hevalên wî re jî nema. Dozgerên Kasimpaşalî Erdogan yeko yeko dar û qeraseyan dixin qûna wan pozmezinan ellawekîl. Îcar piştî Çevîk Bîr wê av biçe bin dûvê kîjan general an kevnewezîrî ez jî nizanim…
Konya
Ma kes kare vî gunikreşî bigire
Piştî tirê kezîkurê
KULA DİLÊ KURDAN…!