Wek hûn zanin, Alîkarê Serokkomarê Iraqê Tariq Haşimî, ji ber zilm û gefên Nûrî Malikî reviya û hat li Tirkiyê bi cîh bû, bû koçer û penaber. Dema ku li Kurdistanê bû, serok Barzanî xwedî lê derket, ew parazt û ew radestî qûndeyê Malikî nekir. Ji ber vê, Haşimî rêzek mezin ji serok Barzanî û helwesta wî ya Kurdayetî û mirovatî re digre.
Tariq HaÅŸimî, di derbarê dadgehkirina parêzer û zêrevanên xwe de axivî û got ku îfadeyên wan bi darê zorê, di bin êşkenca zebanîyên Nûrî Malikî de hatine girtin. HaÅŸimî gotin anî ser piÅŸtgirî û xwedîlêderketina ÅŸexsê wî û got: „Binerin cîgerim, serok Barzanî di vê pêvajoya dijwar de piÅŸtgirîyek mezin da min, xwedî li min derket, ez radestî wî bêbavê Malikî nekirim. Lê mixabin mamê me Talabanî wek serok Barzanî piÅŸtgirî neda min, ji xwarina goÅŸtê elokan pêve tiÅŸtekî din nedihat bîra cenabê wî. Ma law elok ji min çêtir û qîmettir bûn? Ma qedrê min wek qedrê elokekê jî li cem mamo tunebû baba“ û derd û gazindên xwe anîn zimên.
Ez serê we bêşînim û neêşînim, Tariq HaÅŸimî lotikek bêîman li mamê me Talabanî xist û xwarina goÅŸtê elokan lê kir jehr. ÃŽcar piÅŸtî vê lotikê wê mamê me xwedî li alîkarê xwe derkeve yan na, aha ez wê nizanim wesselam…
Stenbol
Bahçelî lotikek li „Pêvajoya Nû“ xist
Şêxê me vê carê Lotikxanekî axivî
Qedera Kurdan ketiye destê Tirk û Ereban