Qatil û canîyê kujtina Mûsa Anter Hamît Yildirim, li Şirnexê, li gundê xwe, di mala xwe de ji alî polîsan ve hat girtin û lotikek xwar. Hamît Yildirim ê ku ANF berî 4 salan nav, paşnav û navê gundê wî jî eşkere kiribû, ne ji alî dewletê ve û ne jî ji alî hevalleran ve nedihat girtin an jî nedihat kujtin. Lê Hemîdo îro ket xefika polîsên Tirko û berê wî dan Diyarbekira xopan.
Wek hûn zanin xalê me Orhan Mîroglû jî di wê êrîşê de brîndar bûbû û ji mirinê filitîbû. Mîroglû di vê derbarê de ji %95 dibêje kesê ku êrîşî wan kiriye ev kes e, ango Hemîdo ye.
Axir, ev lotik ji Hemîdo re jî nema û polîsên Kasimpaşalî Receb qûş lê qetandin û ew girtin. Îcar wê dozger û dadwerên dadgeha Diyarbekirê çend qeraseyan têxin wî, wê wî berdin an ceze bikin ez nizanim.
Şirnex
Hemîdo ne tişteke yên pişta wî mizdane bila bên eşkerekirin. Ez bawerim piştgirên wî hêzên kûr, ser erd û bin erd in.
be goman naha hamidoji veke indi webeje bin jı bu devlete ev karkiriye
jebuvi ev şerefe