Gelo hûn dizanin gelî xwendevanan bê çiqas qure û kund li Binxetê hene? Yan jî bê çiqas nivîskarên qayîşger li wir hene? Yan jî bê çiqas nivîskarên ku bi avê serxweşketine hene? Yan jî bê çend nivîskarên ku behwerkirine ew mezinin hene, yan jî yên mîna nepoxan bilind dibin û bi striyekî diteqin li ba van biraderên me yên Binxetê hene?
Kuro lawo li ba xelkê çiqas nivîskar mezin dibin wisa jî distewin û bi aqlane tevdigerin, pêre jî hêviyan didin derdorên xwe, bi sekin û xebata xwe a bi gelê xwe re. Lê mixabin li ba me Kurdan ne wusaye, çiqas yê me mezin dibin wisa jî dixerifin û aqilê wan çelqomelqo dibe. Bê goman ne tev, ji bo em derbasî tawanbariya bi giştî nebin.
Ez vê demê bala xwe didim nivîskarên internetê yên ku qaşo qerasene û tên naskirin li rojavayê Kurdistan, bi taybetî yên ku bi zimanê Beşar dinivîsin û mîna gayê Îspanya li wan hatiya, hema PYD çi bike û heya nekiribe jî ji ba xwe sînaryo dinivîsin û di cî de nivîsekê derdixin û şerê wê dikin.
Yekîtî di navbera hêzên rojava de çêbû dîsa van ne camêran dev ji nivîsên xwe bernedan, Kurdên binxetê dest danîn ser rêvebiriya xwe dîsa dest ji zirîna xwe bernedan.
Xwezî min zanîba bê jinên van nivîskaran nivîsên wan dixwînin ya na? Ji ber kesên bi vî rengî dijminatiyê dikin û qudus dibin mala xwe jî temsîl nakin. Ev xuyaye wiiii..
Axir, li nava kolanên internetê bigerin û ji xwe re ecêbên dinyayê bibînin, bi taybetî jî yên ku berê hevalê PYD û PKK bûn û niha jî ji Erdoxan re li daholê dixin, behwer bikin ji Erdoxan bêhtir şerê PYD dikin.
Ya axî weleh gereke meriv bextê xwe xera neke, mîna van necamêran sûcê PKK û PYD ê jî têde heye ellahwekîl. De bera ew jî çend hestiyan bavêjin ber van kesan, bi sê telaqên bê fitû wê bibin mîna bebekên ku tu memikê têxe devê wan û şekir bike, hêdî nema dikin ewt ewt.
Xwendevanên hêja û qedirgiran
Ger tu ji yekîtiyê aciz be nivîsê van nenivîskaran bixwîne.
Ger tu ji rik û qayîşê hez dikî wan bixwîne.
Ger tu ji qewmê kund î dîsa bibe hevalê van zatan.
Ger tu berevajî van hersê karên li jorî, hema her sibe rabe tifî rûyê wan bike.
Kesek bi navê Ehmed Berazî ji bo nivîskarên Kurd ên Rojava ev gotinên li jêrê nivîsîne:
– dixerifin
– aqilê wan çelqomelqo dibe
– mina gayê Îspanya
– dest ji zirîna xwe bernedan
– bera ew jî çend hestiyan bavêjin ber van= YANI SEG IN.
– nema dikin ewt ewt= YANI SEG IN.
– her sibe rabe tifî rûyê wan bike.
Cemal Gurselê liderê Cuntaya leşkerî ya 1961ê jî eynî gotin bo Tirkan gotiye: Kim dese ben kurdin yuzune tukur.
Heyf û yazox ku kurdek radibe ji bo nivîskarên kurd van gotinan dibêje.
Ez ne kurd im lê ji zavayê xwe fêrê zimanê kurd bûye.
Gava min ev nivis xwend, ez pir li ber kurdan ketin.
berwan nekeve kekê Ahmed baksiz alehwekîl em evin Ahmedê Berazî kêm gotiye here ji xwe re li nav nivîskarê binxetê bigere ji bo tu bi cavê serê xwe bibînê quretî û kubariya van nivîskaran qurban.
ez behwerdikim ku birêz Berazî ev nivîs li ser yên mîna Ho$eng, Candost, cankurd û yên mîna wan nivîsandiye. ez bi xwe dibêjim destê Ahmed sabin û xwedê yên mîna Ahmed zêde bike di nav kurdan de.
biji berazî weleh her bijiiiiiiiiiii
Gotineke Erebî heye ku tê vê wateyê: „dixwest ku çavan kil bike, lê ew kor kirin“. mixabin rêzdar Berazî jî kambaxiyeke wisa di vê gotara xwede pêk aniye.
Kesekî ku nerîn û rexneyên xwe bighîne ber destên xwendevanan, girînge ku rûmet bide guh, çav û hestên wan. Ne xeme tu çiqasî ji wan nivîskaran aciz be jî, qet çênabe tu van gotinên gemar binvîs! Tu dixwazî rexne bikî?! Belê, başe; şaşitiyên wan bide xuyakirin û rastiyê isbat bike!!
Gelo ji kengî ve rexne bûye sixêf û xeber çortî? ŞERM E!!!!