Du kesên berê demekê cînarê hevûdu bûne. Li bajêr li qehwexaneyekê tên ba hev. Hal û xatirê hevûdu pirs dikin. Paşê mijar tê ser ferdên malbatê.
Cimo dibê “ Hesen keçika te Neslîxan çawaye, niha çi karî dike? “
Hesen – Neslîxana min niha cîgira rektor e.
Elî – Waa, çawa bû cîgira rektor? Bi qasî zanîna min keça te ne xwenda bû, çawa bû cîgirêa rektor ?
Hesen – Berê ewil di zanîngehê de xedeme bû.
Elî – Êêêê
Hesen – Paşê bû cîgira mudur, dû re bû cîgira dekan ê fakultê.
Elî – Êêêê
Hesen – Ji wir jî çû û niha cîgira rektorê zanîngehê ye. Rektor wisa jê qayîle, jê re malek girtîye dawîya hefteyê jî nayê malê.
Hesen zivirî ser Elî jê re got “ Keça te niha çi dike? “
Elî got “ Bi rastî keça min jî wek ya te niha orospî ye, qehbik e, lê ez nizanim wek te li hev bînim lo “ Werhasil.
Bêguman hinek sîyasetmedar û rêxistinên ser erd û bin erd wek Neslîxanê ne, carê cîgirîya dewletek mêtinger dikin. Ez şaş û metelim gelê Kurd çawa li pey wan dimeşin !…
Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist
Xalê me Kennedy tir ji Romîyan berda
Aldarê me got: Rêveberîya Xweser me ji metirsîyên parçebûnê dûr dixe