Vê tirsa şerê brakujîyê nîhaye kefenê 101 bavê me. Ji bo ku şerê brakujîyê nebe, hinek partîyên me tawîz li ser tawîzê didin hinek partîyên din û meydanê ji wan re dihêlin. Nizanim ne birastî jî ew şerê brakujîyê naxwazin, yan jî ji qûna wan nayê ku şer bikin. Çi dibe bila bibe, lotikek çeqilmast di vê helwestê de heye.
Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Hewlêr û Qamişlo be, dibêjin xwedêgiravî Sekreterê Partîya Demokrata Kurd li Sûrîyê (Al Partî) xalê me Dr. Abdulhekîm Beşar, l igel televizyona Gelê Kurdistan axivîye û bi mîrkutan rabûye ser serê PYD û ew kiriye heval û şirîkê partîya BAAS ê.
Gotiye: „Exûyî, YPG û Encumena Gel ya rojavayê Kurdistanê (ser bi PYD ve) çi tiştê baş hebe li ser navê xwe dikin, lê dema ku tiştekî xerab jî hebe li ser navê Desteya Kurd ya Bilind dikin, ji bo ku di wan kiryarên nebaş de partîyên din jî bikin hevpar“ filan û bêvan.
Û ji bo PYD çi gotiye?
Gotiye: „Binerin exûyî, PYD wekeBaasiyan tevdigere, wan dest danîne ser her tiştî û em vê yekê qebûl nakin. Hêzên din yên Kurdî hene ku amadene rojavayê Kurdistanê biparêzin, lê belê YPG nahêle, ew dibêjin yan ew hêz dikevin bin emrê wan yan jî ewê ji rojava derkevin. Hêzên din dikarim daxwazên YPG red bikin û li hember derkevin, lê belê wê şerekî birakujîyê derkeve, ev jî xeteke sor e.“ filan û kiras û xeftan.
Siphan ji hikmeta xwedê re!
Siphan ji vê mahne û sedemê re!
Yaw bavê mino, yan gazindan ji PYD nekin û cilika teslîmîyetê bikşînin serê xwe, yan jî heke hûn dixwazin di rojava de bibin xwedî gotin û xwedî hêz, wek mêran ji PYD re bêjin êdî bes e baba!
Îcar ev çi çîrokên şerê brakujîyê û xetên sorik û morik in exûyî!?
Ji xwe ji ber vê helwesta tirsonekî û teslîmîyetê, ji ber vê çîroka vala ya „şerê brakujî û xetên sor“ malik li Kurdên bakur jî xira bû.
Rêxistin û partîyên Kurdên bakur jî heman xwelî li serê xwe kirin û gotin: „ji bo şerê brakujî dernekeve em li bakur dest bi şerê çekdarî nakin. Heke em bikin em û PKK emê rabin hev, wê şerê brakujî dest pê bike“ filan û jehr û ziqûm.
Kuro oxlim, hûn şerê PKK û PYD bikin jî wê bi mîrkutan li nav serê we xin, hûn şerê wan nekin jî wê li nav serê we xin. Îcar hema bila mirinek bi xîret be û ne cilika teslîmîyetê be wî!
Werhasilî kelam, li gor dîtina min xeletîya herî mezin hikûmeta başûr û hetta Serok Barzanî bi xwe kir û dike. Çawa ku tu plan û stratejîyek wan ji bo bakur û rojhilat tuneye, ji bo rojava û Kurdên rojava jî tuneye. Serok Barzanî jî gotibû „Em naxwazin şerê brakujî derkeve“ û li bakur meydan ji PKK û li rojava jî meydan ji PYD re hiştin.
Axir, bi xwezîya meriv nagihê baqê kezîyan qurban..
Wele ez bi serê xwe û we kim, Zor zane, zêr zane û devê tifinga mor zane.
Ne bi vitevit û zirt û gef û fortan e. Zor, zêr û tifinga mor bi kê re be, mîr jî ew e, beg û paşa jî wesselam…
Allah wekil tistek ji wan naye. ji wan bihata niha kiribun.ne ji cameriya wan ew nakin. tenê gazindan dikin. mirov ji bo ser bike dive xwe amade bikin. dema rejim hebu tu cari behsa hezen din ne dikirin li himber rejime ser bikin.
Qurban diben eme siyasi xwe bi hez bikin eme dunya ye ser u binu bikin. keka mane hun keri veji nayen. de hinek dil nizm bibin hineke herin nava gel- cihe di dile gel de cekin. bila nexwa bel bi wera be. tene kare wan ewe hinek kesan yan partiyan peyda bikin sere wan bikin. Bere hemuyan sere PKK e dikin cima hatiya ve dere? cima xorten be me dibe mane em Kurden suri ne. sed kare xwe hemu kiribun ser wan bi axivin. niha dora PYD ye . berê xeber ji PKK ê re didan ew aciz dikirin.hetani guhe xwe didan ji kirin. niha imana PYD ê teneke dikin wek zarok nikaribe havale xwe veca jêra xebera bide. bi serê hekim besar tenê ewe tisten din fasa fiso ne.
Exûyî çima qûna wan ne ya şere?
Bila PYD rê bidin wan û tê bibîne çawa komkûjiyek mestir nakin li Kurdistana Sûryayê.
Dema textor li Qamişlobû devê xwe venedkir lê piştî xwe bi cîkir tirsa xwe avêt û zirtê xwe dike.