Firoşgeha du Kurdan li bajarekî Tirkan li tenişta hev e. Yek ji wan Kurdan Hemîd e, yek jî Menaf e. Wexta derfet çêdibe û hewa jî baş be, derdikevin ber derî rûdinên, suhbet dikin.
Demsala biharê meha Avrêlê (Nîsan) hewa bi destûr bû, rûdiniştin him suhbet dikirin, him jî çûyîn û hatina papûrê raçav dikirin. Bi germbûna hewayê re keçikan pêsîrên xwe vekiribûn, memikên xwe berdabûn, cilên seksî li xwe kiribûn. Hemîd wexta yeka wilo didît, ji Menaf re digot “ Kuro bila yeka meriv ya wisa hebe bila mirov tî û birçî be, tu dibînî çi rinde ne wisa ? “
Menaf jî digot “ Law tu dikevî gunehan, malneket tu bi çavê xwe zînayê dikî. “
Piştî çend rojên xweş hewa guherî serma çêbû.
Rojekê Menaf got “ Hemîd ev çi sermaye çêbû ? Qaşo bihare ne wisa? “
Hemîd got “ Law hemû ji rûyê van qîzên qûnrût e, hîna du roj germ bû nebû xwe tazî rût kirin. Xwedê jî razî nehat, lewma hewa guherî, bihar li me kire zivistan. “
Menaf kenîya û got “ Law tu qe qala kirinên xwe nakî, qey tu pir evdekî bêgunehî ne ? Çima ji rûyê qûn rûtan, ji rûyê yê wek te zînêkar bihar bû zivistan. “ Werhasil.
Bi rastî van rojan bihara gelê Kurd jî kirine zivistan, êdî zînêkar in yan jî qûnrût in nizanim
Rojava têk here Bakur û Başûr jî têk diçe. Rojhilat bê aqûbet dimîne.
Dîko li ser Sûrîyê nirxandinek dîkane kir
Here Bexda, were Hewlêr