Belê gelî lotikvanan, li Kurdistanê „Yekîtîya Zilamên Kurdistanê“ kêm mabû, şikir ji xwedê re wa ew jî ava bû.
Gellek caran me rexne li zilamên Kurd û bi taybet li zilamên kakacanên başûr digirt çima ku neheqî li jinên Kurd dikin û wan dikujin. Lê derket holê ku ne tenê jin ji alî zilamên xwe ve, lê zilam jî ji alîyê jinên xwe ve kotek û lêdanê dixwin û qûn li wan tê qetandin. Bi taybet li bajarê Silêmanî û derûdora wî sosretên mezin rû didin.
Li bajarê Silêmanîyê çima ku zilam ji alî jinên xwe ve tên perçiqandin û mafê wan tê binpêkirin, yekîtîyek qerase û kesanedî hat damezirandin. Zilamên bindest û xwelîliser hatin ba hev, destên xwe dan hev û yekîtîya xwe pêk anîn. YEKÎTÎYA ZILAMÊN KURDISTANÊ!
Sekreterê YZK Bûrhan Alî, ji Ajansa Anadolû re axivî û çend lotik avêtin. Serokê „zilamên şikestî û peppûkî“ birêz Bûrhan Alî gotiye: „Em bi slogana hezkirina welêt, hezkirina hevjînê, ji bo jîyanek nuh û bavîtîyek samîmî tev digerin û derketine rê“ filan û fîstan.
Bûrhanê me bi dewamî gotiye: „Em di Rojhilata Navîn de rêxistina yekemîn in ku bi vî navî û bi vê armancê ava bûne. Civaka me wek civakek ku mafê jinan binpê dike û wek desthilatdarîya zilaman tê naskirin. Ji ber vê, damezirandina rêxistinek bi vî awayî ecêb û balkêş hat dîtin. Di vê derbarê de kesên ku herî zêde li dij me derdikevin û bi çavê dijminatîyê li me dinerin, jin in“ û daye lotikan.
Bûrhanê me serê hefsarê hespê xwe berdaye û dibilîne: „Her roj şîddeta li dijî zilaman zêdetir dibe. Wek nimûne: Di sala 2008 an de 33 zilam raserî kotek û şîddeta jinan hatine. Di 2012 an de ev hejmar zêde bûye, bûye 163. Di nîvê vê salê de (2013) 41 zilam raserî şîddeta fîzîkî (bedenî), îxanet, şîddeta psîkolojîk û derxistina ji malê hatine. Meaşê wan (mehane) ji wan hatiye stendin û ji kar hatine dûrxistin û wekî din“.
Bûrhan efendî dibêje ku di derbarê paraztina zilam û mafê zilaman de tu yasa û zagon nehatine çêkirin û di piranîya bûyerên navbera jin û zilaman de her jin hatine mafdarkirin.
Ez serê we neêşînim canekem, heta niha digotin ku jin bindest in, kole ne, zilm û zorê dibînin û mafê wan tê binpêkirin. Lê va eşkere bû ku zilamên Kurd kole û bindesttir in, ji alî jinên xwe ve tên „qûnekkirin“ û qûş li wan tê qetandin.
YZK ne tenê li Silêmanî, lê li bajarên din jî qurs û dersa „mafê zilaman“ dide zilamên xwelîliser û wan di derbarê êşkence û koteka jinan de agahdar dike.
Kesên ku ji jinên xwe kotek û lêdanê dixwin û newêrin eşkere bikin, karin serî li YZK û Bûrhan Alî efendî bidin û ji lêdan û lotikên jinên xwe azad bibin weselam…
Silêmanî
eyba reşê