Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Batmanê be, dibêjin çawîş û başçawîşên Hewldana Partîyek Kurdistanî civînek qerase li Batmanê li dar xistine û dane lotikan. Di civîna wan de 30-40 qeraseyê zilaman beşdar bûne û tev jî doktor, mihendiz, mîmar, mamoste, sendîqevan, asîstan û şagirtên zanîngehê bûne. Dibêjin ji xeynî çend porsipî û yextîyarên kurmî, piranîya wan xiyar û tirozîyên ciwan û taze bûne û kêfxweşîya xwe ji tevgera HPK re anîne.
Werhasil, dîsa li ser bextê mazotfiroşên bajarê Batmanê be, dibêjin civînê 3 seetan dom kiriye û nîqaşa beşdaran germ û nerm bûye, nîqaşa wan wek xirrê Sofî Ehmed geh bilind bûye û geh jî sist bûye. Lê di her halûkarê de, civîna HPK bê xwînrijandin û bê kujtin bi selametî derbas bûye. Li gor ajan û sîxurên sererd û binerd dibêjin, dibêjin hinek kevne PKKî jî beşdarî civînê bûne û xwestine bi HPK re dest bi lotik û zîtirkên Kurdewarî bikin. Li gor gotinên gotinbêjan, hinek alîgirên PKK û BDP ji ber helwest û siyaseta Tirkayetî û Tirkîyetîyê ji partîya xwe hatine heta bi qirikê û tew ji xwe avakirina HDP (Halklari Devşîrme Partîsî) bûye zêdebûna ser kezebê.
Ne li ser bextê me be babam, li ser bextê fitne û fesadên bajarê Batmanê û eşîreta Hebizbinîyan be.
Ez serê we neêşînim, HPK vê heyamê bûye wek pizotê êgir û bi gund û bajaran ketiye. Hema bêhna Kurdayetî û Kurdistanîbûnê ji kê bê, hew we dît ew dan ber xwe û bi nikilên Kurdayetîyê bi nav serê wî/wê ketin.
Axir û werhasilî kelam, hema çi kes, çi rêxistin yan partî ji bo Kurd û Kurdistanîbûnê kar û xebatê bike, yezdanê pak li bihuşta rengîn 77 horî û nûrîyên germik û nermik bike nesîb û qismetê wan û hûn sax…
Batman
Dînime îmanime kêfa min jî ji vê toplatiyê re pir gelmiş kiriye. Xwedê kerek bike û ev xiyar û tirojziyên me tiştekî baş yapmiş bikin, qene ez jî dikaribim bi hesanî li karê keleştiya xwe berdewam etmiş bikim. Wele te dî, heçika em Kurd in ji toplantîyapmişan re pir zîrek û jêhatî ne. Lê belê hemû nîvco kalmiş dikin û ew kêf di qirika me de qalmiş dike. Ha tiştê ne xwe ev bi xwe ye.
Gelo Lotikxane hûn dibên ku wê ev toplantî serkeftin bi dest almiş bike?
Heke wilo be, ji xwe Xwedê ji Kurdan zêdetir da min. Ez ji na ve simbêlê xwe baday etmiş bikim.
Ez nizanim gelo di civînê de zimanê xeberdanê turkçe konişmiş kirine yan kurtçe? Silav…
Law keleş te min kena kuşt. LAW XWEDÊ TE NEhêle…
keleşo lawo mirov dibê te isota ŞANLİurfayê xwariye. bi xwedê kim te eyni urfalilar gibi yazmiş kiriye. tenê te peyva SPASê kêm hiştiye. ger te di paşiyê de bigota spas, minê jî destê xwe li qurana pîroz xista ku ti ne ji batmanê yî, tu ji tirşikçîyê şanliurfayê yî:)