Lehmecûncî Îbo, ango Îbrahîm Acises, li ser rûpela xwe ya Twitterê nivîsandiye ku ji ber qutbûna elektrîka Stanbolê, dikana wî ya lehmecûnan kar nake, ji ber vê yekê jî ew poşmane ku li Stanbolê, li Kurtuluşê dikan vekiriye. Çima ku li wir ceryan qut dibe û sparîşa lehmecûnan di dema xwe de nagihê mişterîyan, Îboyê me aciz bûye, porê xwe hilçinîye û dest bi girî kiriye.
Gelo ev ne xîret be naxwe çiye?
Gelo ev ne namûs be naxwe çiye?
Kesê ku li ber keda xwe nekeve, gelo xîret pê re heye?
Ev 35 sal in Kurd şer dikin. 4 hezar gundên wan hatin şewitandin, 5-7 milyon Kurd mihacir bûn û asîmîle dibin. 60 hezar Kurd hatin qetilkirin û hîna jî dibin. Gelo ma em wek lehmecûncî Îbo jî bi xîret nabin?
Lehmecûncî Îbo li ber lehmecûnên xwe û mişterîyên xwe dikeve, li ber keda xwe dikeve.
Lê em Kurdên ku qûna me ji lehmecûnên Îbo jî firehtir bûye, çima li ber keda xwe û şehîdên xwe nakevin?
Ma keda me, xwîna 60 hezar Kurdên me, şewitandina 4 hezar gundên me, koçberî û asîmîlekirina 5-7 milyon Kurdên me bi qasî qîmet û nirxên lehmecûnên Îbo jî nayên ey hawar!?
Law Îbo here wan tenûr germik û nermikên ku tu pê re yî bîne lehmecûnên xwe li ser qûz û qûna wan bi pijîne, de êdî kî xwar 😀