Li gor lêkolînek sererd û binerd, kiras, derpî û binderpîkên sor di jiyana zayendî û seksî de rolek pir mezin dilîzin.
Cilfiroş û qerpalfiroşên Lotikxanê derxistin holê ku ji berê de Kurd ji rengê sor hez dikin. Kurd dibêjin „Bela sor be û bela çend qirûşên wê zêde bin“ filan û fîstan. Xuyaye ev helwesta Kurdan û hezkirina rengê sor, bala Ewrûpîyan kişandiye û rabûne lêkolînek hûr û kûr li ser rengê sor çêkirine.
Di encama lêkolînê de derketiye holê ku rengê sor zilaman dîn û har dike û wan dike wek wan conegayên (ciwangeyên) Spanyolî. Çawa ku ciwangeyên Spanyolî gava çav li paçê sor dikevin dîn û har dibin, Kurd jî bi rengê sor dîn û har dibin, şehweta wan zêdetir dibe û çend qirûşên zêde bi rengê sor didin.
Îcar ji me gotin û li we kirin.
Ka lotikên rengê sor biceribînin û encama wê bi çavê serê xwe bibînin…
bavoooooooooooooo ev çiyeeeeeeee