Demsala zivistanê ji nişka ve bi berf û bahoz hat, çend ker û dehşikêg me li Sêweregê li derve man. Belengazan li ber dîwarekî xwe spartin hev û cemed girtin. Xelk ji berf û bahozê nikaribû derketa derve, haya wan ji keran tunebû.
Rojnamevan û weşanger bi kamera çûn kişandin û weşandin. Gelê me yê Sêweregê tawanbar kirin, çima li keran xwedî derneketine.
Paşê çawabû? Qey tiştek baş kirin?
Na na bi serê Mele Îsoyê topal xesar dan wan ker û dehşikan.
Xwedêgiravî karmendekî virq ker hilda bir Trakyayê. Hûn zanin wê çi bê serê keran?
Elawekîl wê ew ker bên serjêkirin, bibin sicûq, pastirme û sosîs. Ez bawerim wê ji van xwarinan hinek jî bibe para Kurdan. We dît çi kirin bi me û kerên me?
Wax wax wax, heyfa ker û dehşikên me. Ezê li wan doza mafê ajalên Kurdistanê vekim, lê feqet ji min re parêzerekî belaş lazime. Gelo Hesîb Qaplan ê TQP lî an Aysel a Atavirkperest wê bên hawara keran an na?
Piştî tirê kezîkurê
KULA DİLÊ KURDAN…!
Jennîfer Lopez bû hecî