Belê, Partîya Demokrat a Kurdistana Tirkîyê, yan jî bi navê Tirkî – TKDP- ji nû ve şîn hat. TKDP a ku di 1965an de hatibû avakirin û herdu serokên wê (Faîk Bûcak û Saîd Elçî) hatibûn şehîdkirin, îro dîsa li bajarê Amedê zîl da û pişkivî.
Piştî dem û xebatek dirêj, Tevgera Bizava Kurdistanê xwe kir partî û navê xwe jî kir TPDK (Tirkîye Partîya Demokrat a Kurdistan). Berdevkê partîyê xalê me Mehmet Emîn Kardaş di civînê de armanc û daxwazên partîyê anî zimên û got ku „di demek nêz de emê bi fermî serî li Wezareta Navxweyî bidin“.
Dibêjin xweş xebere lê me ne bawere. Tirkoler zû bi zû destûr nadin ku bi navê Kurdistana Tirkîyê partîyek bê avakirin. Lê dîsa jî meriv nizane. Çunkî Kasimpaşalî Receb qûş li gellek tiştan qetand û hinek rê ji Kurdan re vekir.
Axir, PDKT li gelê me pîroz û bimbarek be..
Lê tiştê balkêş çiye hûn zanin?
PDKT partîya Faîk Bûcak û Saîd Elçî ye. Û di civîna TPDK de wêneyê herdu serokan jî naxuye, tuneye.
Heke ev ne sosret be, ne heqaretek li Faîk Bûcak û Saîd Elçî be, naxwe çiye babam?
Amed
Şemê bira zewicand? Ji PDK-s zêdetirî 30 grûp rêsiyan (4 Al-Partî, 3 Yekîtî, 2 Azadî, ji bilî PDPK-s û gelekên din ku xweda bi xwe navê wan nizane). Ji PDK-irak PUK, sosyalîst, zehmetkêşan û gelekên din peydabûn. Ji PDK-T jî KUK, KUKSE, Rizgarî, Ala Rizgarî ûhwd hatin avakirin û van tevan bi dehan sal pûşê vala kutan. Tevan her roj di bin navê xwedêjêxweş Mele Mistefa Barzanî sloganên kurdayetiyê hildan û hînjî hildidin.
Lotikxaneno! Ev in hevalên we, ên ku hûn serê me bi wan gêj dikin.