Her dem benîadem li gor derfetên ku tê de jîyaye tevgerîyaye. Ji bo ku xwe adepteyî jîyanê bike ji xwe re hinek tişt îcat kirîye û karê xwe hêsantir kiriye. Helbet her tiştên ku dihate holê ji bo ku bedena xwe ji zirarên hewîrdorê biparêze bûye. Ji bo ku çermê laşê xwe ji tavê biparêze cil û berg îcat kirine. Helbet berîya mîladê ev bi hinek nebatên tabîatê dibû. Her ku pêşve diçû, ev alavên ku dihatin bikaranîn bi teknolojiyê bêtir modern û bikaranîna wê hêsantir dibû. Lê demên berê ji ber ku makîneyên alavan hîn nehatibûn ditîn, ji ber wê her tişt bi destan dihatin çêkirin. Ji vana yek jî pêlavên ku ji alîyê gelê Kurd ve hatibû dîtin bû. Ji bo ku lingên xwe ji hinek tiştan biparêzin bi destên xwe pêlavek (solek) çêdikirin. Jê re jî digotin ‘’Kalaş’’.
Dîroka kalaşê li gor hinek lêkolînan nêzîkî hezar sal e. Ev kalaş hew aîdê milletê Kurd e. Lewra taybetmendîyên wê hebûn. Kesek nikarîbû teqlîta wê çêke. Hîn di dema me de jî ev wisa ye, kesek ji milletên din nikare taklîd bike. Gelo kalaş ji çi û çawa dihate çêkirin?
Di xerca alavên pêlava kalaşê de çermê heywanan û hinek qumaş heye. Di banîya solê de çermê heywan û hinek qumaş bi lêxistin û bi dewisandinê tê bikaranîn. Ev tadbîqkirin pêlavê hinekî din zexim dike. Di Banîya solê de dora 17 cm qumaş bi dewisandinê tê bikaranîn. Emrê pêlavê dora 5 sal e. Sedema zeximbûna wê jî ji ber bendên ku ji cermê heywan û ji hinek qumaşan dihat çêkirin e. Kalaşên ku kevn bûne di demek kin de tên tamîrkirin. Xeynî hostayên Kurdan tu kes nikare çêbike. Heta li gor rîvayetan demekê Çinîyan xwestine ku taqlît bikin û ji bo vêya pêlavek birine û li ser lêkolîn kirine, lê belê ji destê wan nehatîye. Helbet taybetmendîyek din yê kalaşê heye. Ew jî ne alîyê çepê ne jî alîyê rastê yê pêlavê heye. Yanî ferqa alîyê çep û alîyê rast tuneye. Her du jî wek hev in. Mirovên ku lingên wan bi pençene jî dikarin bikar bînin. Çêkirina kalaşê gelek zehmet e. Gelek dem digre. Lewra pêlav hew bi destan tên çêkirin.
Kalaş li alîyê herêmên ku germahî zêde dibe tên bikaranîn. Bi taybetî di demsala havînan de tê bikaranîn. Pêlavek havînê ye. Ji ber ku di xerca pêlavê de qumaş tên bikaranîn û ev qumaş jî havînan bêhn nade, ji alîyê tendurîstîyê ve jî gelek bi feyde ye. Heta hinek doxtor niha jî, ji bo nexweşên ji alîyê lingê ve hebin ji wan re tawsîye dike. Li alîyê başûrê Kurdistanê ev kar hîn jî tê berdewankirin. Di hinek dikanan de ji alîye hostayên kalaşan ve tên çêkirin. Lê belê çêkirina kalaşê mixabin ne bi lezginî ye. Hostayek di du hefteyan de pêlavek tenê dikare çêke. Gelê Kurd kalaşê êdî di rojên taybet de, di bin cil û bergên herêmî de dike pê. Keda destan kalaş berve windabûyînê ve diçe….
Ma kes kare vî gunikreşî bigire
Piştî tirê kezîkurê
KULA DİLÊ KURDAN…!