Belê, xanima germik û nermik a Belçîkî dev ji ola xwe berdaye û bûye misilman. Xanima ku bi kêrî dînê xwe nehatiye, îro daye dû xelkê û wan dike misilman. Ma ev jî ne ecêb e?
Axir, xanime bedew û xweşik Veronîcue Cools a 25 salî, di nava 8 salan de 1000 (hezar) ker kirine misilman û tirr ji wan berdaye.
Îcar ma ev jî ne ecêba xwedê ye?
Ê de binerin, ew siyasetmedar û serokên me yên kevnare ( ji derveyî PKK ), ewên ku bi dehan partî ava kirine û xira kirine, ne di nava 8 salan de, belkî di nava 20 salan de jî hezar kes qezenc nekirine û nekirine hevalên xwe.
Ew girgirekên ku dev ji tirra xwe bernedane û hîna jî xwe wek çawîş û başçawîşên Kurdan dibînin, wek Veronîcue Cools jî nayên.
Veronîcue Cools di nava 8 salan de 1000 kes kirine misilman, lê serok û siyasetmedarên me hîna li dora xwe dizîvirin û belkî 100 kes jî nekiribin hevalên xwe û partîyên xwe.
Na na, ez bawerim divê siyasetmedarên me herin li ber destê Veronîcue xanimê çend salan dersa „rêxintin û tirr û fisên rêxistinbûnê“ bistînin.
Yan na, bi allahwekîl heta bi mirinê jî ewê her li dora xwe bizîvirin û xewn û xewnerojkên serokatîyê bibînin wesselam…
Bruksel
ew gaso serok reberen tu dibeji je serokin ti pernema an politikeyen wan nin e . tene bi deve tirkolara diaxivin yani ew miroven dewleta tirkone .