Navçeya Xursê li Kurdistana Bakur bi tûtinê zor bi nav û deng bû, zemanê berê yê ku qutya wî ji tûtina Xursê dagirtîba, qura wî germbû û kesî nikarîbû jêre bigota çima kofîya te xware, bi kurtî û kurdî xelkê wê navçeyê mijûlî çandiniya tûtinê bûn.
Şevek ji êvarên zivistanê bû, li oda keyayê gundekî ji wê navçeyê, piraniya gundiyan civyabûn, li dora soba êzingan çîrok û çîvanok û suhbetên xweş dikirin.
Memend, yek ji wan gundîyabû ku wê şevê li wê civata xweş amade bû. Deng û basa bazirganîya tûtinê bû, heryek ji xwere tiştek digot û planek ji xwe re datanî û hêvîyek dixwest. Yek ji wanên ku li tenişta kekê Memend rûniştîbû hinkî hesab û mesab ji hev derdixist, ango jimêryarê wan gundiyan bû, tiştek ji aliyê hesab de heba xelkê gund hewara xwe dibirin ba wî. Di serê Memedo de planek hebû, dibe plana wî rebenî her daxwaz û dilxweşkirin bû, lê dixwest ya dilê xwe ji yên dora xwe re derxe, bibêje û hevpar bike.
Memend bi dengekî bilind, ji bo ku bala civatê bikşîne ser xwe, ji yê ku bi hesab dizanî re got: ez bi nêtim îsal tûtinê biçînim, îca tu bi xwedê kî, ka tu ê ji bo min hesab bikî, eger ewqas kîlo ji min re hatin û kîlo li ser 6 lîran hesabke, çend dike?
 Jêre hesab kir û jimare jêre got.
Memend: na welleh! tu xêr têde nîne, ka ka tu bi xwedê kî, kilo bike bi 7 lîre, bê çend dike.
Cardî hesab kir û jimare jêre got. Memend: na bavo nehêjaye wê tabê, deka bike 10 lîre bê çilo ye.
Cardî jêre hesab kir, lê Memend cardî lê vegerand: welleh başe, lê ne ewqas, ne li gor ku min ji xwere xweş dikir û dixwest, tu bi rebbê xwe kî, ka bike 12 loo bê baştir nabe.
Feqîro cardî hesab kir û jêre got ku ewqas dike. Memend bi lez jêre got: hema wilo bihêle, wilo bihêle, fêda wê wilo zor baÅŸe! Â
 Min ev mesele li ser buhakirina benzîna Kurdistanê anîye. Ev bûne çend roj ku wezîrê xêrûbêra sererd û binerda Kurdistanê, ku nermka guhên wî ewqas pan û dirêj bûne, elawekîl hindik maye wan biheve girêbide, ma çima na yadê, qûna xwe xistiye nav derya petrola Kurdistanê û bi kêfa dilê xwe buhaya wê ji bo xwedêgiravî hemwelatiyên xwe nizm û bilind dike. Yabo jixwe yê ku qûna wî di nav xizna zêrê reş de be, qura wî germe weyy!
Ev bûn çend roj ku Aştî Heramî, na looo, nalet li şeytên bê Aştî Hewramî û çend endamên Parlemana Qerase, ya Kurdistanê, wek hespên Licyan cirîdan berdidin û yek dixwaze li pêşiya yê din xe û lê qerase bike. Îca ew jî wek mesela kekê Memend û gundiyan li hev civyabûn û li ser buhaya tûtinê, na looo, buhaya benzînê guftûgo dikirin. Wan jî ji 500 dînarî ji bo litrek benzîn destpêkir ta 900 dinarî, û wezîr efendî ji parlementeran re li ser nirxê 900 dînarî got: hema wilo bihêlin, wilo başe!
 Çiqas parlementeran kirin hawar û qêrîn û xwestin hinekî erzantir bikin û riwên xwe li ba gel sipî bikin, lê wezîrê qerase ji wan re got: eger hûn zêde bikin hawar ezê litra benzînê bikim 1000 dînar. Xelkên reben û hejar ku ev bûn sê meh mi-aş wernegirtine derketin ser cadan û kirin hawar lê fêde nekir, her wezîr efendî ji wan re jî got: eger hûn zêde serê min bêşînin ezê litrê cardî vegerînim 1250 dînarî haaa!
Ez jî ji bo piştgiriya wan xelkê hejar û xwelîliser dixwazim ji wezîr efendî re bêjim: ezê ji qahra tere, turumpêla xwe bifroşim û îca te benzîn buha kir, nekir, ji vî ve!
Kurdistan
xndi gunde xwe te cihek din nediye