Internet, Fisbook û Twitterê xêr di rojnamegerîya nivîskî de nehiştine. Rojnamegerîya Kurdî ji xwe xwelîliserî ye, îcar ku Internet, Fisbook û Twitter jî derketin, yekcar bû quzilqurt û xêra wê nema.
Kurd çi ji xwendina Kurdî û rojnamegerîya Kurdî fêhm dikin?
Çend rewşenbîrên xwende jê derxin, çend Kurd Kurdî dixwînin û rojnameyên Kurdî dikirin?
Karin sibê, nîvro û êvarî rojnameyên Tirkî, Erebî û Farisî bikirin û bixwînin, lê qîmetê pîvazekê nadin zimanê Kurdî, rojnamegerîya Kurdî û keda ku di ber vî zimanî de tê dan.
Piranîya Kurdan dijminê zimanê xwe ne, dijminê her nirxên xwe yên netewî ne.
Axir, mesela me li ser rojnama Rûdaw çapa Ewrûpayê bû.
Ev çend sal in Rûdaw heftane bi zimanê Kurdî, zaravê Kurmancî û Soranî derdiket. Xizmet û karekî pîroz dihat kirin. Xebatkarên wê fedekarîyên mezin dikirin ji bo ku xizmetê ji zimanê Kurdî re bikin. Lê Rûdaw jî wek gellek kovar û rojnameyên Kurdî bû bi qurbana sersarî û xemsarîya xwendekarên Kurd. Gava rojnameyek zêde neyê firotin û aboneyek zêde jê re neyê peydakirin, helbet yan wê bê girtin û yan jî wê seqet be.
Berpirsên Tora Medya Rûdawê bi daxuyanîyekê eşkere kirin ku êdî wê rojnama Rûdawê çapa Ewrûpayê dernekeve û raweste.
Erêêêêêê erê!
Rehmetî Mîr Celadet Bedirxan gotibû: „Kurdino, heke hûn dixwazin xwe nas bikin, bi zimanê xwe bixwînin. Heke hûn dixwazin xwe bidin naskirin, dîsa bi zimanê xwe bixwînin“.
Lê mixabin, Kurdan ne xwe nas kirine û ne jî xwe bi xelkê dane nasandin..
Ê de rehma xwedê li rojnama Rûdawê be jî….
Berlîn
E ku ez pê dizanim: ew gotina ne Celadet Bedirxan ê, lê e Nureddin Zaza yê..: Gelî Kurdan; Heke hun naxwazin ji hev tarumar û winda bibin, berî her tishtî zimanê xwe bixwinin û bidin xwendin. Lê heke dixwezin xwe nasbikin û bidin naskirin, û hezkirin û bi hevaltî û dostanîya millêtan dînrê pêshve herin û birûmet û serbilind bijîn, dîsa zimanê xwe bixwinin û bidin xwendin..
Bimînin di xêr û xweshîye da.