Belê, xelata NOBEL a aştîyê gîha xwedîyên xwe. Wey li ser xêrê be rebbî!
Xelata îsal a NOBEL ê gîha Malala Yusufzay (17 salî) û Kailash Satyarthi ê Hindî.
Çima ku keçika 17 salî Malala Yusufzay ji bo maf û perwerdeya zarokan xebitîye, bûye xwedîya xelata NOBEL ê.
Başqanê me jî ma bê xelat!
Wek hûn zanin, endamekî Tevgera Goran başqanê me wek namzetê xelata NOBEL a aştîyê nîşan dabû.
Kêfa me dihat û me digot „ê de bela Kurdek jî bibe xwedîyê xelata NOBELê ma dinya xira nabe. Ma Kurd ji Eyşika Ereb in babam“ û me dida lotikan. Lê Komîteya Xelata NOBELê xwêsîya me di qirika me de hişt û xelat neda başqanê me, neda Kurdekî.
Ê ma ev ne komployek navnetewî be naxwe çiye bavê min!
Bela başqanê me „ji bo pêkanîna „Kondeferalîzma Rojhilaya Navîn“ bixebite, bela ji bo „ekolojî û jinekolojîyê“ şev û rojên xwe bike yek, bela ji bo „pêkhatina mîsakî mîllî ya dewleta Tirko“ plan û projeyan çêke, bela ji bo „rakirina netew-dewleta Kurdî“ nûra çavên xwe birijîne“ û bela Malala Yusufzay a 17 salî xelata NOBEL ê bistîne.
Law ma ev bû oxlim?
Ma hevqas bêwîjdanî û nankorî dibe ya Komîteya Xelata NOBELê!
Na na, em dev ji doza xwe û xelata NOBELê bernadin allahwekîl.
Heta em aştîya dinyayê (ji derveyî aştîya navbera Kurdan) pêk neynin û em xelata NOBELê nestînin, wê xewa şevan li me heram be û xelas…
Norwêç
Ma kes kare vî gunikreşî bigire
Piştî tirê kezîkurê
KULA DİLÊ KURDAN…!