Dawîya dewleta Osmanîyan wexta komara Tirkîye damezrandin, bi mêran heft salan leşkerî didan kirin. Yên bi zorê dibirin pê leşkerî didan kirin gelekê wan bi saxî venedigerîyan. Yan dihatin kuştin yan jî bi nexweşîyan jiyana xwe ji dest didan.Yên bi saxî jî dizivirîn rastî gelek bûyerên ecêbmayî dihatin.
Yek ji wan jî Fermano bû. Fermano bi eslê xwe Ecem bû, ji gundekî bajarê Agirî navça Zêtka (Eleşkirt) bû. Gund yê axayekî Kurdan û bi piranî Kurd bûn.
Fermano nû zewicî bû, zavayekî çarmehî bû wexta birin leşkerîyê. Pîreka Fermano Menşûre jî jinek bedew bû, li ser çar bizmara di reqisî.
Fermano piştî heft salan paşê ji leşkerîyê zivirî gundê xwe werhasil.
Gundîyan pêşwazî lê kirin, mal tijî zar û zêç bûn. Di nav wê qerebalixê de ferq nekir, bû şev û her kes çûn malên xwe. Bala Fermano kişand, mêzekir ku waye çar zarok tenê mane. Menşûre nanek anî, her yekî perçek da destê wan zarokan, zarok şermoke him nanê tisî dixwin, him jî li Fermano temaşe dikin.
Menşûra fêlbaz li dora Fermano gerîya, cîlwe kir, pêsîra xwe vekir xwest ku wî bike nav nivîna û dest bi lotikan bike.
Fermano got: “ Keçê hela bise ev zarok kî ne? Zarokên kê ne? “
Menşûr: “ Tê jê çi bikî ? Waye ji xwe re nanê xwe dixwin lo “
Fermano zivirî ser zarokan ji wan pirs kir, “ Hûn zarokên vê jinikê ne? “
Zarokan bi yek dengî gotin: “ Erê “
Fermano got: “ Jinik ew jî bi guman e, yek ji van zarokan ji min e, lê yên dî ji kê ne ? “ Werhasilî kelam…
Kurdistan îro seranser di bin êrîşa dewletên dagirker û cewrikên wan ê hov DAIŞê de ye, pêşmergeyên qehreman û gerîla bi canê xwe bi xwîna xwe Kurdistanê diparêzin. Hîn jî hinek Kurdên bêrûmet yan dewletên dagirker yan jî DAIŞîyan diparêzin !
Bêguman ew Kurd ne ji me ne. Ji kê peyda bûne ew jî ne diyar e…
Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist
Xalê me Kennedy tir ji Romîyan berda
Aldarê me got: Rêveberîya Xweser me ji metirsîyên parçebûnê dûr dixe