Roza Kurd
Cejna şahî û serhildanê, Newroza Kurdistanîyan nêzik dibe. Lê wek em hemî dizanin sala 2014 ji bo Kurdistaniyan salek e dijwar bû û di sala 2015 de ev yek hîn jî berdewam e. DAIŞa terorist bi êrîşên hovane hat ser Kurdîstanîyan. Ji Behra sipî bigre heya Celevle yê, nêzî 2000 km de şer û şîn e. Bi hezaran jin û keçên kurd dîl girtin, wan ji bo xwe kirin kole û her roj difroşin. Heya niha jî hejmar û rewşa wan keç û jinên di destê DAIŞê de ne dîyare. Şingal, Musil û Kobanê xwîn digrî.
Li gor agahdariyan bi hezaran şervanên kurd li himber van êrîşan jiyana xwe ji dest dane û bi mehan e şer berdewam e. Berxwedana kurdan li KOBANÎ ya li hember DAÎŞê li cîhanê deng veda. Ne tenê mêrên kurd ango jinên kurdan bi mêrxasî û qehremaniya xwe bûn sembola berxwedanê. Hêzên kurdan yên her çar perçên Kurdistanê bûn yek û tovên hêviyek mezin di dilê gelê kurd de danîn.
Bi hezaran Kurdistanî ji ber êrişên hovane careke din bûn penaber û li sinorên welatên cînar xistin. Welatê cinar jî bi mehan tenê li ber sinor li êrişên DAIŞê temaşe dikirin, li himber vê wehşetê bêdeng man. Vê gavê li dor 2 milyon kes li Kurdistana Federe di rewşek dijwar de wek penaber dijîn. Li Kurdistanê bi hezaran zarok sêwî mane û bi hezaran jin bî mane.
Meha adarê meheke şahiyê û serhildanê ye ji bo kurdan! Lê îsal em kurd û Kurdistanî xemgîn in! Êrîş hatiye ser welatê me, ser xortên me, keç û jinên me, namûs û şerefa me. Ji ber şehîd û birîndarên Kurdistanê, êş û nexweşî û vê rewşa aloz, em îsal Newrozê bi dilekî xemgîn pîroz dikin.
Banga min ji hemû kurdan re ev e!
Ji bo rêzgirtina şehîdan, malbatên şehîdan, keç û jinên me yên di destê DAIŞê de, penaberên di bin konan de, zarokên me yên sêwî, em îsal di şeva NEWROZê de hemû kurdên li Kurdistanê û li her deverên cîhanê em bi meşalê û ala rengin di tariya şeva Newrozê de derkevin kolanan û bi agirê NEWROZÊ şehîd û qehremanên xwe bibîr bînin û şeva tarî RONÎ bikin.
Bila dijmin hêza kurdan bibîne!
Tu êrîş di dirokê de tu car kurd tune nekirine û wê tu car jî tune nekin!
Newroz cejna me ya netewî ye ! Li hemû Kurdistaniyan Pîroz be !
Kurdinfo
Ma kes kare vî gunikreşî bigire
Piştî tirê kezîkurê
KULA DİLÊ KURDAN…!