Xaltîka Fatê û Perînçûko

Fatê xanim, tu çawayî başî? Te min naskir, ez Dogû Perînçûk im haa! Min nav û dengê te pir bihîstibû, lê îro bû qismet ku ez li halê te bipirsim.

WXaltîka fatê, wek te bihîstiye, wê rojê min li Lozanê pêşkêşiya Tirkan kir û me Lozan ser û binê hev kir. Bila xwedê ji wan razî be, destebrakên me, brayên me yên Kemalîstên Kurd jî piştgiriya me kirin û welhasil me dîsa lihevhatina Lozanê bi hevre mohr kir. Herçiqasî hinek neteweperestên Kurd xwestin provokasyonan bikin jî, lê wek hercar em Tirk biserketin. Şikir ji xwedê re, bila xwedê dewleta me û ordiya me ji serê me kêm neke! Îro artêşa dewleta me li Sûr a Amedê, Cizîrê, Silopî, Hezexê, Şernex û Nisêbînê tirrê ji Kurdên terorîst berdide û bajarên wan bi ser wan de dixe. Ma ev ne şoreş e xaltîka Fatê?

ÃŽcar te min naskir ne!?

Dogû Perînçûk / Lozan

———————–

Bersiva xaltîka Fatê

Lao tu Perînçûk î çi jehr û ziqûmî, ma kes heye go te nas neke kurê kerê!

Kuro ma tu ne ew bû yê ku di salên 70 î de dosyayên rêxistinên Kurdan pêşkêşî îstîxbaratê dikir loo?

Lao ji aliyekî te û partiya xwe Kurd didan dest û ji aliyê din destebrakên te yên Kurdên çeqilmast ÅŸerê Kurdan dikir. We ji wê rojê de destebratiya hev dikir bavê min, ma hewceyî îro ye oxlim! Ji berê de dibêjin „çil salan xatirê fincanek qehwe heye!“ ÃŽcar ma destebrakên te yên Kurdên Kemalîst hevqasî nankorin go xatirê te nizanibin û piÅŸtgiriya te nekin hê!

Na bavê min na!

Jixwe hûn xal û xwarziyên hev in, ma go hûn şerê Kurdan nekin ma wê kî bike ewladim!

Tu li derve nûnerîya Kemalo dikî û destebrakên te jî li híndur dikin, ma îcar kî kare bi we Kemalîstan yabo!

Kuro bi xwedê, hûn jêhatî ne loo, heta ev qûna tir û fisek li ser partî û rêxistinên me be, hûnê ne lihevhatina Lozanê, lê lihevbatina Qesrî Şîrîn jî mohr bikin oxlim!

Ma em hevdû nasnakin qey! Oxlim, doh jî we bi hevre dovend û dîlan digirt, îro jî hûn bi hev re serê govenda demokratîk cimhûrîyeta heram dikşînin. Ma xema we ye bajarên Kurdan bi ser wan de biherife, ma xema we ye xort û keçên Kurdan di ber demokratîk cimhûrîyeta we û xwelîserîya me de bên kujtin. Çawa be cîhê we germ û nerm e, zarokên we ne di şer de ne û kes nanihê qûna wan.

Ji berê de gotine „pisîk ne li mal e miÅŸk Evdirehman e!“ ewladim.

Îcar Perînçûkê dewleta kûr, ecele û bezû beza me Kurdan tuneye, hûn û destebrakên xwe bêtirs hespên xwe bibezînin ka bê hûnê li ku bisekinin.

Ma helbet rojekê hûnê jî biterpilin cîgerim!

About The Author