Di dinê de gelek tiştên giring tên guhertin. Carek din Ddinya ji nû ve tê parvekirin û bi rêk û pêk kirin..
Li Kurdîstanê bi hêyî û bîhnpakîyên netewî pêşvebirina sîyasetek regez û vîzyonek pak pewîst e.
Tê gotin ku demekê ji nemir M.M.Barzanî pirs dikin: „ Rêzdarê hêja, divê em olperest bin an sosyalîst?“.
Rêzdar dibersivîne: „ Berî her tiştî welatê xwe ji bin pîyên dijmin rizgar bikin. Piştre kî çi dixwaze bila bibe ew“.
Li parçeyê mezin bakurê Kurdîstana PKK ji sedema kêmasî-xeletî, rêberî û rêbazîyek ne netewî 40 sal in mecal nade ku Kurd bibin xwedî heq û mafên xwe.
Bi rêya sîyasetê li gor dadîya Tirkîyê gelek partî damezrandin û xistin parlemenê. Gelek bûyer çêbûn û hatin girtin. Herî dawîyê HDP ava kirin. Bi raya mîlyonan nêzikî heyştê parlamenter tevî çepên Tirkan hatibûn hilbijartin. Hema bêjin hemû şaredarîyên Kurdîstanê xistin destê xwe.
Bêyî daxwazîyek otonomî-serxwebûn û xwedî dewletbûyînê li hemû bajarên Kurdan xendek kolan û şerê gerîlla gur kirin. Bajar tev hatin xopankirin. Bi hezaran Kurd hatin kuştin û gel jî bi zorê koçewar bûn.
Nûnerên partîya HDP ji meclîsa Tirkîyê derneketin. Xwestin ku xelk derkeve sûk û kolanan û li ber gulebaranên leşkerên Tirkîyê bên kuştin. Ew çalakîyên han şaş bûn. Bi xwe jî li şaşbûna xwe mikur hatin.
Li başûrê piçûk PYD gelek mixalîfên xwe wek PDK-S u ENKS ê girtin û raçavkirin, avêtin hepsê. Hinek jî mirov nizane li ku ne û çi hatiye serê wan. Ji alîyê din li Tirkîyê ji ber wan tiştên ku qewimîne Kurdên me rabûne li mafên demokrasîyê digerin. Hezar car nalet li rejîma Tirkîyê be! Dost û dijmin jî baş zane ku tu carî ji bo Kurdan xwedî merhamet û însaf nebûye.
Lê demokrasî û dadî ji bo herkesî ye…
Her çi dibe bila bibe, di van rojên giran de divê em bi rihekî netewî li hemû Kurdan xwedî derkevin.
Ji xeletî û şaşitîyên wisan dûr bikevin.
Ji dijminên xwe xwe biparêzin û dostên xwe hembêz bikin.
Pirsgireka Kurd bi tenê ne daxwaza aşitîyê ye.
Divê axa Kürdistanê bê parastin, maf û hiqûqê Kurdan bê xwestin. Û helbet her tişt ji bo Kurd û Kurdistan..
Ji bo wê mînakek herî bêhempa dûrişma Dr.Said ê…
Divê em vê dûrişma netewî û şoreşgerî bidin pêş armanç û têkoşîna xwe…
Bayramê me xwe ji şerê dîplomasîyê re amade kir
Ma kes kare vî gunikreşî bigire
Piştî tirê kezîkurê