Firildeq Elî
Komek Kurdên doxînsist, hunermend, helbestvan û lotikvanên Kurdîhez li Stenbola malkambax gîhan hev û ji bo alîkarîya
zarokên Kobanê dest bi lotikan kirin. Van kesên qerase şahîyek qerase li dar xistin û di şahîyê de dê weledê xwe avêt. Di vê şahîya germik û nermik de hem pêwistîyên zarokên Kurd hatin peydekirin, hem jî bi stran û helbestên Kurdî mêvanên xwe serxoş û sermest kirin.
Li ser banga Komeleya Roja Zêrîn, Kurdên ku ji her çar parçeyên Kurdistanê li Stenbolê dijîn hatin cem hev û hevdu bi maç û ramûsanên xêrhatinê nermijandin. Bi vê lotika germo nermo, berpirsên komeleyê xwestin ku balê bikşînin ser zarokên Kurd û di vê demsala dijwar de piçek be jî alîkarîya wan bikin.
Di şahîya Komeleya Roja Zêrîn de doxînsist, hunermend û helbestvanên wek „Devliken Kelogirî, Rehîm Qoserî, Bêrîvan Zînzal“ û hinek lotikvanên din beşdar bûn, herkesî li gor hêz û karîna xwe çend lotik avêtin û piştgirîya zarokên Kobanê kirin.
Ez serê we neêşînim, ev lotik lotikek xweş bû, lotikek pîroz bû û hewceye ku di pêşerojê de jî lotikên bi vî awayî bên avêtin. Divê Kurdên me yên li „Kurdistana Stenbolê“ xwe jî û me jî ji lotikên xwe mehrûm nekin wesselam…
Kurdistana Stenbolê
Bayramê me xwe ji şerê dîplomasîyê re amade kir
Ma kes kare vî gunikreşî bigire
Piştî tirê kezîkurê