Birastî ez gellek li ber lehmecûncî Îbo ketim. Bi xêra wî gelek kesan gepik nan dixwar û di şîrketên wî de dixebitîn. Lê piştî ku ew brîndar kirin û rebeno ji çap xistin, dilê kafiran bi halê wî dişewite û ji piyasa muzîkê wenda bû.
Stranbêjê Kurd û bilbilê kantona Ruhayê Îbrahîm Acises (Tatlises) di rewşek xirab de ye. Hem aborî, hem jî bedenî jihevde ketiye û li gor gotina wî, bi zikek têr û yek birçî debara xwe dike. Îboyê ku li ser dik û sehneyan wek bilbilekî çil ziman dikir dixwend, îro bûye wek bûm û kundekî bêkes û dilê xwe bi xwe dişewitîne.
Îboyê me ji çapemenîyê re gilî û gazindên xwe anî zîmên, girîya û dilê kafiran bi xwe şewitand. Tatlises, da zanîn ku wezîr, midurê emnîyetê, dadwer û sawcîyên wê demê zanîbûn ewê bê brîndarkirin yan kujtin, lê kesî dengê xwe nekir û bûn şirîkên brîndarkirina wî.
Tatlises, rewşa xwe ya aborî jî wek rewşek xirab anî holê û got: „Jina min ji min berdayî be, ez bi serê îsot û lehmecûnan Ruhayê bikim, ev 6 sal in ez naxebitim. Dest danîne ser hemû mal û milkên min. Balafira min çû, xanî û milkên min heciz kirin. Kes napirse ka ez çawa debara xwe dikim yaw. Hey min di we kirino, hûn bi deng û stranên min mezin bûn, we li ber stranên min bi xwe xweş anî, ma ewqas bê wîjdanî û bê wefayî dibe oxlim?“.
Belê..
Îsothez Îbo di lotika xwe de behsa mûçeyê xwe jî kir û kezeba me şewitand.
Îbo got: „Rewşa min a aborî pir xirab e. Ez mehê 1.600 lîreyî ji dewletê distînim. Ev pare ne têra îsotan dike, ne jî meriv kare pê têr lehmecûn bixwe. Ne dikeve ber diranên min, û ne jî qorzîkek zikê min pê tije dibe allahwekîl“ filan û fîstan.
Erêêêêê erê!
Ka ew Îboyê ku di koçk û serayan de diket ser dilê jinên kezîzer..
Ka ew Îboyê ku bi milyon dolaran dilîzt û şûr simbêlê wî nedibirî…
Rebeno bûye wek wan gayên xesandî û wek parsekên li kolanên bajarê Ruhayê..
Dinya ji kesî re namîne ha…
Wey dinyayê..
Min di te nîhayê dinyayê….
Ma kes kare vî gunikreşî bigire
Piştî tirê kezîkurê
KULA DİLÊ KURDAN…!