Hevala Fatê..
Ez saxî û selametîya te dixwazim û herdu lêvên ta maç dikim.
Wextekî ez serokekî meşhûr bûm, bi qedr û qîmet, bi rêz û rûmet bûm. Destekî min di nav goşt û birincê û yek jî di nav zêr û peran de bû. Lê feleka xayîn pişta xwe da min, ez xapandim û ez avêtim giravek ji giravên dewleta Tirko û ez kirim peppûk û reben, bûm benîştê devê xelkê.
Hevala Fatê…
Piranîya hevalên min hemi yan “objektîf û yan jî sûbjektîv” ajan in, min fêhm nakin. Ji xwe tu kesek min fêhm nake. Min xizmet kir çênebû, min rebena diya xwe kir Tirk çênebû, min her tiştên pîroz anîn pênc qirûşan dîsa ez liber dilê kesekî şîrîn nebûm. Hinek bi xêra navê min bûn lord û holdîng, hinek jî bûn wek mirîşka go di xewna xwe de garis bibîne. Û ez serokê serokan jî niha di girtîxanê de paspasê dikim û erdê pakij dikim. Herkes dixwaze min bînin provokasyonê, lê bi allahwekîl ez dibêjim ez nayêm provokasyona tu kesî.
Gelo tu çi pêşniyaz dikî hevala Fatê?
Qey tu jî min fêhm nakî belqitîyê?
Cebrûllah Paspasçî
Bursa
——————
Yahewlelwela, yahewlelwela!
Ê lao Cebrûllaho, malneketo, xwedêhişto…
Ma dinya ne bi dorê ye oxlim?
Gava destê te di nav goşt û birincê, di nav zêr û peran de bû, kurê ciwamêran ji birçîna parsekî dikirin. Gava te zikê xwe mezin dikir, kurê ciwamêran keç û xortên xwe dikirin qurban. Gava te hevalên xwe dikirin objektîf û sûbjektîf ajan û didan kujtin, kurê ciwamêran ji bo armancên pîroz xwe diteqandin. Gava tu bi balafirê ji vî welatî difirîya welatê din û seyran dikir, kurê ciwamêran li keran siwar dibûn. Gava te digot “Kurd ker in, bêşexsiyet in, eşekoglieşek in” kurê ciwamêran êşkenca dewletê didîtin.
Ma tu nizanî go dinya ji te re jî namîne bavê min!?
Îro jî dora te babam, ma wê qiyamet rabe!
Te go di girtîxanê de esker paspasê bi te didin kirin?
Nalo, birastî?
Weledd!
Ma tu bi kîjan sabûnê pakijiyê dikî heval?
Bi sabûna şînokan?
Na, na, ne sabûna şînokan loo!
Yan Arîel yan Omo baştir e.
Te go tu nayê provokasyonê?
Na heval na, neyê provokasyonê!
Li ber xwe bide, teslim nebe, bişo, pakij bike, paspas bike heta go te terfî bikin. Kengî go te kirin onbaşî, wî çaxî dîsa li min bigere heval.
Xaltîka Fatê û porê başûrîyan
Xalê me Ehmed jî çû seferê
Kurdê Quzê Kerê!