Go yekî rabû ji jina xwe re got: Bi allahwekîl tu ji bo kîrê min ji min hez dike.
Jinikê got: De îcar ha, ev çi gotin e belqitîyo, tu çilo wer dibêje?
Rojekê mêrik dihere êzinga û li wir heywanekî zevt dike. Radibe serjê dike û xwîna wî bera ser dawa xwe dide.
Mêrik vedigere tê malê.
Jin çav li dawa wî dikeve, dibe: Xêr e, çi bi te hatiye kuro?
Mêrik dibê: Wele min kîrê xwe jêkir.
Jinik bi ser de dike hawar û gazî, eman-hewar lê kîr venagere.
Çend meh di ser re dibihure, mehek, dudu, sisê.
Piştî şeş mehan pîreka wî jê re dibê: Pîrek li cem pîreka nasekine, va ez dikim herim mala bavê xwe.
Jinik dide rê û dihere.
Jinik nêzîka salekê li mala bavê xwe dimîne. Mêro lê dinere niyeta jinikê û vegerê tuneye. Radibe berî bi mala xezûrê xwe vedike. Digêjê mala xezûrê xwe û çavê wî li jina wî digere, lê dinere li ber sêlê nan lêdixe.
Mêrik dihere li cem disekine.
Jinik dibeê: Xêr e, tu hatiye çi?
Mêro dibê: Ez hatime pey te xanim.
Jinik dibê: De rab biteqize kûçikê heram, ez nema vedigerim.
Mêrik dihere hemberî wê disekine û doxîna xwe sist dike, di ber re kîrê xwe derdixe, çima berê jinikê nakeve kîrê wî.
Jinik dibê: Te ev kîr ji ku anîye xwedênehişto?
Mêrik dibê: Wele min ji etar(çerçi) kirîye. Min bi firax miraxên me yên kevn kirîye.
Jinik dibêje: Mehrûmo, mala te ne ava be, hema te sîtil-mîtilên me yên kevn giş pê bida û ji xwe re yekî jê meztir bikirîya bêaqilo.
Jinik nan-manê xwe giş li ser sêlê dihêle û dibêje: Ê de rabe em herin mala xwe, ma qey axûzî bi min de hatîye.
Mêrik dibê: Lêêêêê, ma min ji te re ne gotibû tu ji bo kîrê min ji min hez dike qullê….
Îcar tembîya min li we be gelî doxînsist û doxînqetyayîno, hûn jî wek mêrik nekin.
Heke we kîrê xwe di qurmik de jêkir, ji etaran yekî nuh, yekî sifir kîlometre bikirin û bi xwe vekin.
Vê heyamê her tişt ne sifir kîlometre be jina meriv jî hew qîma xwe tîne allahwekîl…
Haaaa, berî go ez ji bîra bikim, li gor we jin çima ji mêran hez dikin gelo?
Piştî tirê kezîkurê
KULA DİLÊ KURDAN…!
Jennîfer Lopez bû hecî