Li Pey Nasnameya Kolektîf û Ebû Cehîlên Nûjen

Hamid Omerî

Kurd eger kêşeyeke mezin dernekeve pêşiya wan ji bo înşakirina xwe ya sosyal pêk bînin di demeke nêzîk de dê îradeya xwe nîşan bidin. Diyarkirina vê îradeyê dê hebûna wan  a dîrokî bike nasnameyeke kolektîf. Tê zanîn ku kolektîfkirina nasnameyê jî bi çanda hevpar û beyankirina îradeyê bi dest dikeve. Loma referandûma 25ê vê mehê ji bo Kurdan pirr girîng e.

Kurd bi vê beyanê  wê îradeya xwe bi awayekî fonksîyonel ji bo xweavakirinê bikin rê û terkîba dewletbûyînê. Kurd, di warê çanda hevpar, serkeftinên dîrokî, rûbirûmana li jenosîdan de xwedî dîrokeke taybet in. Ji bo miletbûyîn û dewletbûyînê xwedî taybetmendiyên çandî û dîrokî ne.

Ji roja roj de her gava Kurdan behsa mafên xwe yên netewî kirinin dek û dolab li der û dora wan hatinin gerandin. Serfirazî û têkçûnên Kurdan yên dîrokî yek bi yek van dek û dolaban nîşan didin. Kurdên ku ji jibîrkirinên xwe yên mezin bûnin xwediyê tecrubeyên dîrokî vê carê li gorî berê bêtir nêzîkê nasnameya xwe ya kolektîf in.

Bi nêzîkbûna wê rojê re metirsiyên dewletên ku xaka Kurdan di nav hev de parî kirinin mezin dibin. Seredan li seredanê dikin. Niyetxerabên di nav Kurdan de dîsa didin pêş û ji bo erêkirina referandûmê lawaz bikin bi destên van niyetxiraban stratejiya xwe pêk tînin. Zimanê xwe çiqas diçe tûjtir dikin û behsa xerabî û şaşiya biryara referandûmê dikin. Wexta mirov li xeberdanên wan dinêre bêwijdanîya wan jî dibîne. Lê helbet sedem diyar e çimkî dizanin ew ava ku tê dê binê wan jî şil bike.

Ev av, ava heyatê ye û bi vê avê re dê Kurd, li ser xaka xwe avadanî û şarezabûna xwe qewîtir bikin. Kurdan di demeke kurt de li ber çavên hemû alemê nîşan dan û îspat kirin ku gava ew xwe bi rêve bibin dê xaka wan şên bajarên wan jî bi bajarên mezin ê dinê re bikevin pêşbaziya medenîbûnê. Hewlêr, bi ewlehî û modernbûna xwe modela vê şarezabûnê ye.    Li ser xaka Kurdan, hemû milet bi hev re bi zimanê xwe bi mafên xwe di nav aramiyê de dijîn. Kurdistan di vî warî de ji bo dinyayê li rojhilata nêzîk û di herêma xwe de modeleke nû ya serkeftî ye. Kurd bi çand û kelepûra xwe li hember ol, gel û etnîsteyên din hemû xusûsiyetên demokrasiyê pêk tînin. Ev bi tena serê xwe ji bo dewletên digel emrên xwe yên dirêj mafên miletên li ser xaka wan dijîn nadin cihê metirsîyê ye.

Balkêş e kes û kûsên li dijî vê referandûmê ne xwedêgiravî ji ummeta îslamê ne. Bi gotina berê Gawir ji Kurdan re dixwazin lê Ummet ji Kurdan re naxwaze! Endamên Ummetê yên sereke yên ku xwe weka keleha dawî ya ummetê dibînin ji xwe re dewletê dixwazin, ji eqrebayên xwe re dixwazin, ji bo qebîl û eşîrên xwe yên ji xwe dûr jî behsa mafên dewletbûnê dikin lê gava dor tê Kurdan, yekîtiya olî, metirsiya parçebûna ummetê tê bîra wan. Tişta ku ji bo xwe û yên nêzîkê xwe dixwazin ji bo ‚birayên xwe yên Kurd‘ naxwazin. Heta vê daxwazê weka cahiltî, nezanî û xiyanetê dibînin.

Biryara referandûma dîrokî ya Kurdan, ecêba giran e lê ne ji bo xwe ji bo Kurdan wekî lawazbûn û têkçûnê dibînin. Heta hin ji wan gotinên ji serê xwe mezintir dikin û behsa herbê dikin. Pêkanîna referandûmê sedemê îlankirina herbê dibînin.

Gotinên wan, siyaseta wan û gotinên kesên ku bi piştgiriya wan siyaseta li dij referandûma Kurdan dimeşînin gotinên Amr Bîn Hîşam (Ebû Cehîl) tîne bîra meriv. Ebû Cehîl, gava Hz. Muhammed behsa pêxemberiyê kir û li dij zalimên wê wextê derket „asabiyet“a xwe dianî bîra xwe û li dij wî derdiket. Ebû Cehîl, ji ber Muhammed ne ji eşîra wî bû qebûl nedikir û van gotinan dikir:

„Di navbera me û Mala Ebdulmenaf de dijberiyek heye. Wan xelkê bi nan û av kirin, me jî kir, wan bexşkariyê kir, me jî kir. Wan edlê kir û cirmê da, me jî kir û cirma xwe da. Vêca em weka du hespên beza di pêşbaziyê de ne û niha rabûne dibêjin, „ji me nebiyekî ku jê re wehî tê  heye“. Em dê yekî wek wî ji kû bibînin û bînin. Wellahî em dê ti wextî wî tesdîq nekin.“

Belê Kurd, xwedî dîrok in, xwedî çand in, xwedî zimanekî hevpar in, xwedî destan û serfirazî ne, xwedî têkçûn û tecrûbe ne. Û bi biryara xwe ya nû wê xeyala xwe ya dîrokî pêk tînin. Kurdan, xerîban bi nan û va kirin, li dij zaliman şer kirin û mezlûman parastin, li ser xaka xwe edlê pêk anîn û cirma xwe dan. Bi hebûna xwe û bi kirinên xwe bi hemû miletan re di pêşbaziyê de ne û di warê xisletên baş de ne li pey cîranên xwe ne. Lê kêmasiyeke wan heye û ew jî dewlet e. Daxwaza wan ev e û ev daxwaz heq e.

Loma her wekî Ebû Cehîl, ji ber ku ev referandûm ne ya we ye, ji ber ku Kurd demokrat in hûn nîn in, ji ber ku Kurd wek we ne zalim in li dij referandûma wan dernekevin. Belê ev referandûm ya Kurdan e û berê wê li serxwebûnê ye. Bizanibin ku hûn bixwazin jî nexwazin jî dê Kurd bigihîjin heqê xwe û mora xwe li dîrokê bixin û dê Xwedê nûra xwe temam bike!

K24

About The Author