Erê dinyayê, mamê me jî çû….

Mihemed Soran

Ji berê de gotine „Dinya ji kesî re namîne“.

Feleka bêbext lotika xwe li mamê me Celal Talabanî jî xist, ew ji nav me revand û em bê mamo hiştin.

Mam Celal, 50 salên xwe da tekoşîna Kurd û Kurdistanê û yek ji zîrektirîn û şarezatirîn siyasetmedarê Kurd û Rojhilata Navîn bû. Bi wî ya koça dawîn milletê Kurd siyasetmedar û tekoşerekî xwe wenda kir û wê cîhê Mam Celal zû bi zû neyê dagirtin.

Her çiqasî di demên çûyî de di navbera PDK û YNK de pirsgirêk û şer çêbûn jî, lê Mam Celal xwe ji tekoşînê neda paş û heta bi roja mirina xwe jî dilê wî bi Kurd û Kurdistanê re bû. Mamo, bi zîrektî û siyaseta xwe ji gellek siyasetmedarên Kurd re bû mînak û îlhama tekoşîn û siyasetê û gellek şagirt li dû xwe hiştin. 

Mamê me berî mirina xwe referandûma serxwebûna Kurdistanê bi çavên xwe dît û bi guhên xwe bihîst. Êdî ewê di gora xwe de rehet razê û ewê li axreta gewrik mizgînîya serxwebûna Kurdistanê bide M.Mistefa Barzanî û temamê şehîdên Kurd û Kurdistanê.

Rehmetîyê mamê me ji goştê elokan pir hez dikir. Bi mirina wî her çiqasî em Kurd pir xemgîn bûn û li ber wî ketin jî, lê dibêjin elokên Kurdistanê bi çûna wî hem xemgîn bûne û hem jî kêfxweş bûne. Xemgîn bûne ji ber ku Mam Celal ji wan re jî bûbû mam, sermiyanê wan bû û xwedî li wan jî derdiket. Kêfxweş bûne ji ber ku êdî wê wek berê zêde neyên serjêkirin û goştê wan li ser sifreyên savar û birincê neyê rêzkirin.

Ez serê we neêşînim, Mam Celal di dîroka Kurdistanê de navê xwe da nivîsandin û ewê di dilê milletê Kurd de her bijî wesselam.

Bela serê milletê Kurd û Kurdistanê û malbata wî sax be..

Oxira te ya xêrê be û rehma xwedê li te be  Mam Celal!

Silêmanî

About The Author