Eger serî giiirt… û eger serî negiiirt…!

Helbestek Cegerxwîn heye bi navê “Ez nizanim çi bêjim”, bî rastî, ez jî îro nizanim çi bêjim û çi binivîsim, ji ku ve dest pê bikim, li ser çi û kê rawestim, bi dawa kê bigrim û destên xwe di qirika kê xim û bi çi awazê bixwînim. Rewş, ewqas aloz û bi toz e, ewqas tevlihev e, serê dar bi gû, binê dar bi gû û nîvê dar bi gû, çilo bigrî bêhn jê tê, di vê rewş û aloziyê de, di vê malwêranî û xwelîliserîyê de, di vê nekbetî û bêbextîyê de ziman jî êdî di dev de lal dibe û nikare bi têr û tesel bersiva vê pirsê bide: Gelo kê ev malwêranî bi serê Kurdan de anî?

Mebesta min ji vê nivîsê rewşa Başûrê Kurdistanê ye, ez dixwazim li gor bûyeran nerîna xwe bînim ziman bêyî ku bibêjim Çirto xayîn e û Virto welatperwere, lêbelê li gor rewşê derbasbim hewşê.

Hemî kes baş dizane ku Başûr weke dewleteke serbixwe bû, raste bi şêweyekî fermî nehatibû naskirin lê, bi hemî pêwîstîyên dewletê hatibû xemilandin, û eger serkirdeyên Başûr dûrbîn bana dikarîbûn bingeha dewleteke Kurdî danyana lê mixabin, van rêber û serkirdeyan dan xuyanîkirin ku ne tenê nikarin dewletan çêkin, lê heta nikarin quloçên du bizinan jihev vekin.

Sê bingehên serekî ji bo çêkirina dewletê divê li ber çav werin girtin, ew jî leşkerî, abûrî, siyasî ne. Gelo di van hersê waran de û bi dirêjiya van 26 salên hukumraniya Kurdî çi hatiye kirin? Ka em binêrin bi rengekî gelek kurt van serok û zikmezinan çi kirine.

Ji aliyê leşkerî ve nikarîbûn artêşeke netewî ava bikin, tiştê hebû û ev rastîyeke, mîlîşyatên partîyan bûn, bi taybetî pêşmergên partî û yekîtî, ev yek di şerê vê dawîyê de hate xuyakirin, heta partî xwest vê modêlê derbasî Rojava jî bîke lê biserneket. Her girûpek pêşmerge di bin emrê partîkê yanjî heta kesekî de dihate livandin, raste serokê Herêmê serokê bilind yê hêzên pêşmergeyan bû, lê biryara wî li zona kesk nedimeşiya.

Ji alîyê abûrî ve, piştî rûxandina rêjîma Sadam, bi sedan milyar dolar ketin destên rêvebirên Başûr, lê ji ber dizî û bê serûbinî, kes nizane ew hemî pere çi lêhat. Salê zêdetir ji 10 milyar dolar ji Bexdayê ji wan re dihat, lê çavên wan jê têrnebûn û rabûn dest bi kolana bîrên petrolê kirin, serwet û samanên neweyên dahatî dan ber talanê û digotin jî ku eger ew bi xwe petrola xwe bifroşin ji bo wan baştir dibe. Lê weku dibêjin ku, çû heyfa bavê qûna dê jî li ser kir. Van jî ser erd û bin erd dizîn û ev sê sal in jî ku mûçeyên van xelkên hejar, weke pereyên petrolê tarûmar kirine û milet gihandine jêr xeta hejarîyê. Bi van pereyên ku ji 2003 an ve ketine destên wan dikarîbûn bingeha baştirîn û serkeftîtirîn dewlet damezirînin, lê mixabin tirto-virto kirin û weku ew dibêjin qûna xwe li ser Sacê Elî danîn.

Ji alîyê siyasî û komelayetî ve, ev milet jihev xistin, bêdeng û belawela kirin. Ev milet kirin dubendî, sêbendî û çarbendî, deryê parlemento ku mezintirîn dezgayê hukumranî ye, bi biryareke hizbî bi şima sor girtin û rûmeta dengên xelkê kirin bin pêlavên xwe. Erê dewlet bi van karan, bi van şêweyan û bi van rêvebiran çêdibe?

Dawiya dawî jî, wek bizna lingê xwe li satila şîrê xwe xîne, hatin rêferendûm çêkirin û dawî bi hemî serkeftinên Kurdan li Başûr anîn û rûmeta Kurdan kirin bin postalê Heşda keran. Erê oxlim, serok divê dûr bibîne û kûr bifikire, nabe serok bêje: Eger serî giiirt nahmete û eger serî negiiirt….! Ma qey em bi qumarê dilîzin kakacan serî girt yan negirt? Ma çar çewal genimin biçînin, welle baran hat başe û nehat jî bera neyê? Oxlim avakirina welatan bi eger û megeran çênabe!

Di dawîyê de dibêjim ku, rêberên Başûr bi hemî pîvanan Kurdistan berbi şevek tarî ve birin, 50% ji xaka Kurdistanê windakirin û ew mûma ku, ji 26 salan de vêketî bû orta wê komir derket. Ji aliyekî din ve ji bo kurd û hemî dinyayê jî ronî bû ku, rêveberiya Kurdî, bi kêmanî di vî parçê Kurdistanê de bê nimûne bû, helbet ji hêla şikestin û binkeftinê û deng û navê Kurdan di cîhanê de bê rûmet kirin. Hêvî dikim kurdên Rojava, ji binkeftinên Başûrê dersan werbigrin û nekevin van şaşiyan û deskeftinên wir jî nekin qurbana berjewendiyên take kes û take partî, eger li wir jî kurd şikestin, divaye careke din li hêvî û nerîna sedan salên dîtir bin.

 

 

 

 

 

 

About The Author