Gunikreşê Tirk birêz Îsmaîl Beşîkçî ji nav derxin, heta niha min nedîtiye ku misilman yan jî sosyalîstekî Tirk ji Kurdistanê re gotibe erê û dewletbûna Kurdan paraztibe. Ji çep û repên wan bigrin heta bi misilman û melayên wan, ji qûnekên wan bigrin heta bi mişk û pisîkên wan, tev dijminatîya Kurdistanê dikin. Bi gotinê „em brayên hev in“ dibêjin. Lê gava mijar dibe Kurdistan û dewlet, hew we dît kef û girêz bi devê wan ket û wek gur keftaran êrîşî Kurdan kirin. Lê ji bo Filistînîyên qûnreş karin qûna xwe jî feda bikin.
Axir…
Mesela me li ser devçarox, pozmezin û stranbêja Tirk, ewa qaşo çep û sosyalîst Selda Bagcan bû.
Selda Bagcan, a ku birastî jî dengekî taybet, bilind û xweş li ser bû, di ciwanîya xwe de dilê sosyalîst û kominîstên Tirk û Kurdan dişewitand û agir bi nav şeqê wan dixist. Dengekî ewqasî xweş û seksî li ser bû, bi allahwekîl gava meriv lê guhdarî dikir, girêza devê meriv 25 metroyan diherikî û doxîna meriv bêhemdî digo „xîîîîz“ û dişemitî.
Werhasil..
Seldaka dengxweş û rûreş, ji çapemenîya Tirko re da lotik û zîtirkan û rexne li Serokê Dinyayê Donald Trump girt.
Çima?
Ji bo ku xwedêgiravî Trump hewl dide dewleta Kurdistanê li herêmê damezrîne.
Seldakê gotiye: „Ji bo li herêmê Kurdistanekê damezrîne, Trump her tiştî dike. Piştgirîyê dide PYD jî, piştgirî dabû Barzanî jî“ filan û fîstan û quzê kerê..
Devçaroxê berî çend mehan çi gotibû tê bîra we?
Gotibû: „Heke perwerdeya bi zimanê Kurdî dest pê bike, wê Tirkîye parçe bibe“ û li dijî perwerdeya bi zimanê Kurdî derketibû.
Û devçaroxa Tirk ji bo Filistînîyên qûnreş çi dixwaze?
Dewletek serbixwe!
Yanî, Filistînek serbixwe!
Hûn sosyalîstî û çepîtîya Tirka pozmezin dibînin ne?
Xuyaye xeyarê Filistînîyan jê re şîrîn e, û yê Kurdan jî jê re tehl e.
Ê çima keçko?
Berde binê te erd e
JI TAHÎRÊ MIN Ê BÊHNRIHAN RE!
Xaltîka me Îlham lotikek ademî avêt