Çang çîng Çong
Li ser bextê fitne û fesadên Almanyayê be, dibêjin mêrê çar jinan û Şah û Şahînşahê Taylandê Maha Vajiralongkorn, ji tirsa ku li welatê xwe bi vîrûsa Koronayê bikeve tevî 20 cêrîyên germik û nermik revîyaye Almanyayê, otêlek çar stêrk li ser hesabê xwe daye girtin û tevî 20 cêrîyên xweşik û rindik kêfa li ser kêfê dike.
Li gor rojnameya Bîld a Alman ragihandiye, ji tirsa ku bi vîrûsa Koronayê nekeve agir bi dawa Şahê Taylandê Maha Vajiralongkorn ketiye, tirsa mirinê ew girtiye, dev ji millet û welatê xwe berdaye û filtî filtî ji Taylandê bazdaye Almanyayê.
Li gor lotikvanên rojnameya Bîld dibêjin, Maha Vajiralongkorn 20 cêrîyên jin bi xwe re anîye, li ser çiyayên Bavyerayê otêlek li ser hesabê xwe kirê kiriye û daye girtin û xwe di otêlê de hepis kiriye ji bo qaşo vîrûsa Koronayê nêzîkî wî nebe.
Maha Vajiralongkorn, mere çar jina ye. Kes nizane bê şahê Taylandê her çar jinên xwe bi xwe re anîne yan na, lê jê re ne xem e. Mêro 20 cêrîyên keç û jinên germik û nermik li dora kîrê wî dirin û tên ma wê çi neke.
Werhasilî kelam, vîrûsa Koronayê dewlemend û hejaran ji hev cuda nake û bi qûna herkesî vedide. Lê ya xweş, pare, zîv û zêr jî fêdeyê li Koronayê nake. Tu ne şahê Taylandê bî, tu şahê dinyayê be jî fêde nake babam…
Pekîn
Ma kes kare vî gunikreşî bigire
Piştî tirê kezîkurê
KULA DİLÊ KURDAN…!