Ev tir ji wan re nema

Romî nîjadperestîyê tev li her tiştî dikin. Fûtbol mabû nîjadperestî û siyaseta xwe ya gemarî tev li wê jî kirin.

Piştî ku lîztikvanê wan ê çeqilmast Merih Demiral di hola fûtbolê de tilîyên xwe kirin wek qûna gur û sembola faşîstên Tirk bilind kir, UEFA yê nîha qûna wî, ew ceza kir û ew ji beşdarîya 2 lîztikan mehrûm kir. Piştî vê, her çiqasî Romîyan ji qûna xwe zor anîn jî, hêdî hêdî tifa xwe alastin û li ser qûna xwe rûniştin.

Di maça Hollanda û Romîyan de (06.07.2024) Ciwangeyên Hollandayê 2 gol xistin Gurên Romê û Gurên Romê jî golek xist Ciwangeyên Hollandayê. Bi vî haweyî tira nîjadperestîyê ji Gurên Romê re nema û pîsî pîsî pişta stuyê xwe xurandin û vegerîyan mala xwe. Hatin û beşdarîya serokê wan dirêjo jî tu fêde li wan nekir û rebeno jî wek lîztikvanên xwe polîpoşman vegeriya mala xwe.

Ez sere we neêşînim, ew tirsa nîjadperestî û Romîtîyê ji wan re nema.
Ciwangeyên Hollandayê tir ji wan berda, telaqê wan xist destê wan û ew bi ser mala bavê wan de şand wesselam…

Bijî çêlek û ciwangeyên Hollandî!

About The Author