Lahorê me zarokên Talabanî dan ber lotik û zîtirkan

Mihemed soran

Nîvserokê Serokan Kak Lahor Şêx Cengî, bi boneya salvegera koça dawî ya Kevneserokkomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) Mam Celal Talabanî peyamek weşand û çemd mîrkut li nav serê zarokên Talabanî da.

Lahor Şêx Cengî ji bo Qubad û Bafil Talabanî got: “Kurên Mam Celal nikarin heta bi mirinê li navê bavê xwe biçêrin û bijîn û tiştên şaş û sosret bikin kaka” û çend mîrkut li nav serê Qubad û Bafil Talabanî xist.

Lahorê me bi berdewamî anî zimên û got: “Mirov baş yan xirab rabirdûya birêz Mam Celal dibîne. Kurên Mam Celal ji navdarîya bavê xwe sûdê werdigirin, heger ne ji navdarîya bavê wan ba, wan nikarîbû şivantîya pezekî jî bikirina“ filan û fîstan.

Axir, Kak Lahor bi van gotinan xwest bêje ku “ zarokên Mam Celal bi kêrî pîvazekê nayên, lê bi xêra navê bavê xwe bûne şivan û gavanên me û YNK bi rê ve dibin“.

Ê de ya bi xêr kaka…

Dinya wilo û wisa ye. Hinek bi xêra bavê xwe, hinek bi xêra kalik û bavpîrê xwe, û hinek jî bi xêra xeşîm û mirîdan nanê xwe dixwin wesselam…

Silêmanî

About The Author