Mesrûrê me vê carê bi erzanî filitî

Li ser bextê Kurdên fitne û fesad be, dibêjin hinek xêrnexwazên ku ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî hez nedikirin û dixwestin hem wî di çavên Kurdan û awira gelemperî de piçûk bixin û hem jî lingên wî bişemitînin, ew bi tohmeta dizîyê sûcdar kirin û gilîyê wî li cem Dadgeha Amerîkayê kirin. Helbet ewên ku bi tohmetên bê asas û delîlên pûç Mesrûrê me yê germik û nermik sûcdar kirin, dijber û xêrnexwazên Barzanîyan e û bi vê lotika paşûpêşkî xwestin wek her carê di kesayetîya Mesrûr Barzanî de derbekê li xeta serxwebûnxwazîyê bidin.

Dijberîya Barzanîyan bêguman ne dijberîya eşîrtî yan dewlemendîya wan e, dijberîya xebat û tekoşîna wan a ji bo Kurdistanek serbixwe ye. Gotin û çîrokên din mahne û perda ber çav in. Sedemek din jî ev bû ku bi vê lotik û tohmeta pûç Barzanîyan di hilbijartinên Herêma Kurdistanê de bilewitînin û têk bibin. Lê ev lotik jî çû û hat û dîsa li xwedîyê xwe ket.

Axir…

Dadgeha Amerîkî ji ber tunebûna delîlên rasteqîn, doza li dijî berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê red kir û mîrkutek li nav serê kesên ku bi delîlên sexte ew dabûn dadgehê, xist.

Dadwerê Dadgeha Navçeya Washingtonê Randolph Moss, di roja 02.10.2024an de giliyên li dijî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, malbata wî û 63 kesên din red kir û tir ji gilîkiran berda.

Balkêş e, gilîname ji alî kesekî ku ji alîyê dadgehek Almanî ve hatiye mehkûmkirin hatiye kirin.

Di danişînê de, qeraseyê zilaman Dadwer Moss, hişyarî da wan kesên derewkir û got: „Heger hûn bi delîlên sexte û bê asas giliyên xwe bidomînin, ezê tir û fisan ji we berdim û cezayên tund li we bibirim“.

Ez serê we neêşînim, Mesrûrê me vê carê bi erzanî ji tohmetên xêrnexwazan filitî.
Heta carek din xwedê kerîm û rehîm e..

Duhok

About The Author