Bêdengî şirîkatî ye


Nûrî Çelîk

Rojhilata Navîn dojeha dinyayê ye, pirsgirêk û nakokîyên herî mezin li vê herêmê diqewimin û xuyaye wê guhertinên herî mezin jî dîsa li vê herêmê biqewimin. Şerê Îsraîl û neyarên wê berê xwe dide şerekî berfireh û di encama vî şerî de wê Kurd jî baş yan xirab para xwe ji encama şer bigirin.

Îsraîl bi şerê Hamas û Hizbûllahê re ne tenê şerê xwe dike, herweha şerê neyarê Kurdan jî dike. Di serî de Îran û dagîrkerên din ên Kurdistanê, hêz û çekdarên girêdayî wan, ji tirsa ku nexşeya Rojhilata Navîn bê guhertin û Kurdistanek serbixwe bê damezirandin, neyartî û şerê Îsraîlê dikin. Em ji Îsraîlê hez bikin yan nekin, wê wek dost bibînin yan nebînin, divê em Kurd neyartîya “neyarê neyarê xwe” nekin û di vî şerê ku çarenûsa Kurdan jî pê ve girêdayî ye, ji terefdarîya dagîrkerên Kurdistanê zêdetir, terefdarîya neyarê neyarê xwe bikin. Heger ji ber şert û mercên Herêma Kurdistanê û cîranên dagîrker em nikaribin rasterast piştgirîya Îsraîl û Amerîkayê (neyarê neyarê xwe) bikin jî, divê em neyartîya wan jî nekin û siyasetek noytral û bêalî bimeşînin. Di dawîyê de wê peşkên şer û pêşeroja encamên vî şerî li me Kurdan jî bikeve û heger em aqlêselîm tev bigerin û siyasetek ne rojane lê stratejîk bimeşînin, ez bahwer im emê ne li xisarê bin. Çunkî qeder û çarenûsa me bi guhertina nexşeya Rojhilata Navîn ve girêdayî ye û ji herkesî zêdetir divê em li berjewendîyên xwe yên netewî û pêşeroja xwe bifikirin.

Kêm zêde, dûr yan nêzîk, rewşa Rojhilata Navîn û Kurdistanê dikare bê texmînkirin. Em Kurd divê li gor rastîya xwe nêzîkî mijar û bûyeran bibin, pêşeroj û berjewendîyên xwe yên netewî di ser her tiştî re bigirin. Lê mixabin em nakin. Wek her carê em di refê neyarên xwe de cîh digirin û li pêşeroja xwe nafikirin. Ev yek di şerê Îsraîl û Hamasê de, di şerê Îsraîl û Hizbûllahê de carek din eşkere bû. Ji PKK û HUDA-PARê bigirin heta bi PDK û Serokatîya Herêma Kurdistanê di nav heman refî de cîhê xwe girtin, neyartîya Îsraîlê û piştgirîya Hizbûllah û Hesen Nasrallah kirin, ew wek şehîdê xwe pênase kirin. Ango, xizmeta heman armancê kirin.

Sosreta herî mezin jî ev e; kesayet, nivîskar û qaşo rewşenbîrên ku xwe wek Kurdistanî dibînin û ji sibê heta êvarî neyartîya siyaseta partîyên wek PKK û HUDA-PARê dikin, li hember helwesta Serokatîya Herêma Kurdistanê bêdeng man, bêdeng in û bêdeng dimînin. Yanî, dibin şirîkê sûc û gunehên hinek alîyan. Rexne û neyartîya xeletîyên alîyekî dikin, lê ji xeletîyên alîyên din re bêdeng dimînin. Mirîdî mirîdî ye, ha mirîdîya olî û terîqetê, ha mirîdîya partî û siyasetê, ferq nake. Îro nivîskar, siyasetmedar û rewşenbîrên (heger hebin) me jî di nav heman refê mirîdîyê de ne.

Bêdengîya li hember rastîyan ne erka kesayetên Kurdistanî ye. Çunkî berjewendîyên Kurdistanê di ser hemû berjewendîyên kesayet û partîyan re ye, divê wilo be. Bincilkirin û nedîtina rastîyan, yan jî dîtina rastîyan û bêdengîya li hemberî wê durûtî ye, ne helwestek rast e, ne dostanî û hezkirina filan yan bêvan partîyê ye. Gotinek heye dibêjin “kesê li hember neheqîyê bêdeng be şeytanê bê ziman e”. Mixabin îro gelek ji kesên ku xwe wek nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd û Kurdistanî dibînin wek şeytanên bê ziman tev digerin. Kesê neheq û xelet bavê meriv be jî, divê meriv rastîyê bêje û bêdeng nemîne. Kurdistanîbûn ev e, hevalbendî jî ev e, dostanî jî. Yanî rastî ye.

Axir, erê rastî tehl e, lê bilêvkirina rastîyê nayê wateya neyartî û dijminatîyê. Hûn ji kîjan partî û serokî hez dikin bikin, destnîşankirina şaşîyan û gotin û paraztina rastîyê erka her netewperwerê Kurd e, erka her kesê ku dibêje ez Kurdistanî me.

Heger em nexwazin bibin şirîkê sûc û gunehên hinekan, divê em rast û rastgo bin. Exlaq jî ev e, wîjdan jî ev e…..

About The Author