Aha îcar xwedê jê stend

M.Cemîlê Mûşî

Serokê Hizbûllah a Lubnanê Hesen Nasrallah ket ber lotik û zîtirkên qeraseyê zilaman Benyamîn Netenyahû. Îsraîlê bi Teyrên Ebabîl tir jê berdan û ew şand cehnemeya gewrik.

Hesen Nasrallah di dema Referandûma Serxwebûna Kurdistanê de verşîya bû û neyartîya Kurd û Kurdistanê kiribû, berê jî dikir. Ji xwe Erebekî ku xêra Kurdan bixwaze yan tuneye, yan jî bi tilîyan tên hejmartin, hemi ji hev qûnreştir û neyartir in.

Serokê Serokan, qeraseyê zilaman û Serok Îsraîlê Benyamîn Netenyahû heyfa xwe jî û heyfa me jî ji Ereb û Farisan distine û ha ha zilam û xulamokên wan dikuje, bi cehnemê şa dike.

Werhasil, mesela me ne li ser mirina Nasrallah e, li ser çûna wî û cehnemê ye, ka bê wê li cehnemê çi ezaqbî bikşîne.

Wek hûn zanin, sofîk û melayên Tehranê gotibûn “zimanê cehnemê Kurdî ye”.

Aha li vir wê qûn li Nasrallah û yên wek wî biqete.

Ê Nasrallah Kurdî nizane, îcar wê li cehnemê bi kîjan zimanî baxive? Zimanê cehnemê Kurdî ye û rebeno bi Kurdî nizane, wê çi bike?

Yan divê Kurdî hîn bibe, yan jî lêborîna xwe ji Kurdan bixwaze û bêje min gû xwar wesselam…

About The Author