Belê, Hevseroka Partîya DEMê û Ereba bajarê Xatayê Tulay Hatîmogullari di meclîsa Romê de, di civîna partîya xwe de axivî û çend lotikên baş û nebaş avêtin.
Xaltîka we Hatîmogullari, behsa rewşa Rojhilata Navîn û dek û dolabên Emperyalîstan kir û çend mîrkut li nav serê Amerîka û Îsraîlê xist. Hatîmogullari anî zimên ku emperyalîst dixwazin dîzaynek nû bidin Rojhilata Navîn, sînoran biguherin û sînorên nû binexişînin.
Çawa ku Tirsa dagîrkerên Kurdistanê jî heman tirs e, ango guhertina sînorên wan û damezirandina Kurdistanek serbixwe ye, xuyaye tirsa Hatîmogullari jî heman tirs e û ji guhertina sînorên heyî ne razî ye. Yanî, tirsa guhertina sînorên dagîrkerên Kurdistanê û damezirandina Kurdistanek serbixwe ye.
Ereba alewî û ji Xatayê Hatimogullari, wek gelek serok û hevserokên DEM û partîyên berî wê, di nav heman tirsê de ye û ji bo sînorên dagîrkerên Kurdistanê neyên guhertin, di nav hewl û kefteleftek mezin de ye. Ji ber vê jî, demokrasî û bratîya xelkan ji devê wan nakeve û dixwazin bi çîrokên demokrasî û brayîya xelkên dinyayê rê li ber Kurdistanek serbixwe bigirin û digirin jî.
Helbet xaltîka we Hatîmogullari behsa hinek tiştên xweş û germik û nermik jî kir. Meselen got ku heta Tirkîye, Îran, Iraq û Sûrîye pirsa Kurd çareser nekin demokrasî nayê Rojhilata Navîn. Ev lotikek rast û xweş e. Lê ji bîr dike yan dixwaze bide jibîrkirin ku hatina demokrasîyek rasteqîn bi azadîya miletê Kurd û Kurdistanek serbixwe ve girêdayî ye.
Werhasilî kelam, Hevserokên DEMê carna lotikên xweş û pîroz davêjin, carna jî rûn li ser nanê dewleta Romê dikin û dikevin bin xizmeta siyaseta wan.
Ê de xwedê kerîm û rehîm e..
Ji bo Kurdan çi xêr be, çi baş be, bela xwedê wê bike û hûn sax…
https://www.demparti.org.tr/tr/hatimogullari-gelin-sinir-tanimadan-evrensel-bir-baris-hareketini-orgutleyelim-ve-barisi-insa-edelim/20398/
Bahçelî lotikek li „Pêvajoya Nû“ xist
Şêxê me vê carê Lotikxanekî axivî
Qedera Kurdan ketiye destê Tirk û Ereban