heçê zane ji xwe zane, heçê nizane mesela baqê nîskan e

Cemîl Cewher

Wer dixuye ku mikurhatin jî gelek caran baş e. Qebûlkirina rastîya xwe, eşkerekirina kesayeta xwe, deşîfrekirina hest û hişmendîya xwe carna fêdê jî dide der û dora xwe. Erê di girtinê de, di zindanan de, mikurhatina li hevalên xwe, li partîya xwe û li milet û welatê xwe helbet heta bi asta xiyanetê dire. Lê di asta legal û siyaseta legal de mikurî û lixwemikurhatin şêweyekî eşkerekirina rastîyê ye.

Wek hûn zanin, di 1ê Cotmehê de Serokê Dewleta Romê (Reîs tenê li ber mirêka ber çav serok e)û Serokê Partîya Nîjadperest û Faşîst a Romê Devlet Bahçelî (ku bi koka xwe Ermenîyê Sêwreg a Ruhayê ye)berî demekê li Meclîsa Romê çû rêza Wekîlên Partîya DEMê, destê wan hejand û bi wan re kenîya. Hinekan ev yek wek nîşana pêvajoyek nû, wek nîşana pêvajoya aştî û çareserîya hinek tiştan, wek çêkirina makzagonek nû şirove kirin. Lê Bahçelî mîrkutek li nav serê wan xist û got na, ne wilo ye.

Serşûnikê Bahçelî sedem û bersiva vê destdanê şirove kir û got:

„Binerin oxlim, destê ku ez dirêj dikim peyama yekitî û biratîya me ya netewî ye. Destê ku ez dirêj dikim ronahîya Parlamentoya Yekemîn û gotinên rast ên Serokkomarê me ye.Destê ku ez dirêj dikim, tê wateya werin bibin partîyek Tirk, werin li dijî terorê şer bikin. Em destên xwe bê sedem nadin kesî, ji bo ku em wê wek bendek ber bi bûyîna partîyek Tirk ve binirxînin, divê xerabîya terorê û cudaxwazîyê di vê sedsala Tirkan de ji holê bê rakirin. Werin em bi hev re xebata xwe zêde bikin, aştî û ewlehîya xwe (a Romîyan) misoger bikin. Werin Komara Romê bikin bihişta li ser rûyê erdê“ û hespê xwe bezand.

Yanî, destdana serşûnikê Bahçelî be besasebeb û ne belaş e. Ji bo Tirkayetîyê ye, Tirkîyeyîbûnê ye, ji bo Tirkkirina Kurdan û tunekirina doza Kurd û Kurdistanê ye.

Belê, heçê nizanibe wê bêje qey Bahçelî xeşîm e û nizane ku Partîya DEMê partîyek Tirkîyê û Tirkayetîyê ye. Halbûkî ji Selahattîn Demîrtaş bigirin heta bi Generalên Qendîlê, ji Mîthat Sancar bigirin heta bi Gulay Hatipogullari, hemûyan jî gotiye û piştrast kiriye ku DEM (HADEP)partîyek Tirkîyê ye, partîyek sîstemê ye û ji bo paraztina sînorên Tirkîyê, ji bo asîmîlekirina Kurdan û di bin perdeya demokrasî û bratîya gelan de li dijî Kurdistanek serbixwe li Îmralîyê hatiye damezirandin. Yanî, Wezîrê Dewletê û Berpirsê Mizakereyên Pêvajoya Çareserîyê Beşîr Atalay belasebeb ne digot „HADEP partîya me ye, bi destûra MÎTê hatiye avakirin“.

Axir, mijara me li ser xalê me Ehmed Turk bû…

Ehmedê Mala Sînan Axa, xalê me Ehmed Turk carek din û dîsa dupar kir ku ew (ango DEM) „partîyek Tirkîyê ne, ne partîya Kurdan e û ne cudaxwaz in“. Ji xwe Hevseroka DEMê Tulay Hatimogullari xanim efendîlerî jî berî bi hefteyekê heman lotik avêtibû û gotibû em Partîyek Tirkîyê ne.

Bi kurt û Kurmancî; me ji çîrokên partîyên sîstema dewleta Romê û ji dek û dolabên wan têr xwariye. Em dizanin ku dek û dolabên hemûyan jî jib o tunekirina zimanê Kurdî, miletê Kurd û welatê Kurdistanê ye. Wek dibêjin, „heçê zane ji xwe zane, heçê nizane mesela baqê nîskan e“ û hûn sax…

Enqere

About The Author