Mesrûrê me xweş got lê kêm got

Mihemed Soran

Wek hûn zanin, 16ê Cotmeha 2017an xêrnexwazên miletê Kurd lotikek li Kurd û Kurdistanê xistin û Kerkûk firotin. Kerkûk ji dilê Kurdistanê derxistin û kirin dilê Îran û Iraqê û xwelî li serê xwe jî û li serê me jî kirin.

Axir…

Ji hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê re çend roj man. Her partî, her serok û rêvebir derketin qad û meydanan û dest bi lotikên hilbijartinê kirin. Tew Serokê Sererd û Binerd Bafil Talabanî çend caran mîkrofon li erda dikê xist û tir ji propagandaya hilbijartinê berda. Helbet mijarek ji mijarên propagandaya hilbijartinê jî xiyaneta Kerkûkê bû. Bafilê me Barzanî bi firotina xaka Kurdistanê sûcdar dikir, Barzanîyên me jî Talabanî bi firotina Kerkûkê sûcdar dikir. Yanî, kesî nedigot dewê min tirş e, herkesî digot ez û ne kesekî din.

Werhasil, Serokwezîrê me yê germik û nermik birêz Mesrûr Barzanî, di 16.10.2024an de li navçeya Mêrgesorê gotarek pêşkêş kir û got: “Divê gelê Kurdistanê bi îradeya xwe sînorekî ji xiyanetkaran re deyne“ filan û bêvan.

Mesrûrê me pitşre germtir bû û got: “ Îro salvegera xiyaneta 16ê Cotmehê ye, 7 sal berê wek îro xiyanetek mezin li gelê Kurdistanê û bi taybet li Kerkûka dilê Kurdistanê hat kirin. Bi saya piştevanîya xwedê û gelê me, plana dijminên ku dixwestin tevahîya Kurdistanê dagîr bikin bi ser neket. Pêşmergeyên qehreman paraztina Kurdistanê kirin û nehiştin ku komplo bi cîh bê“ û wekî din.

Gotina rast rast e û gotina xweş xweş e.

Lê ezbenî, ez heyran, ma we wek partî bi îradeya xwe sînorek ji xiyanetkaran de danî gelo? We piştî xiyaneta kerkûkê jî sînorek ji xiyanetkaran re dananî û îro jî we dananîye. Heger mebesta te ji xiyanetkaran YNK û hevalbendên wê bin (ku ew e), ji xwe navbera we xweş e, hûn silavê li hev dikin, destên hev dihejînin û tu sînorek di navbera we de tuneye.

Heger hûn nikaribin sînorekî ji xiyanetkaran re deynin, wê gelê Kurdistanê çawa wî sînorî deyne canekem!

Silêmanî

About The Author