Fêdeyên mewîjan

Fêdeyên mewîjan bêhejmar in. Mewîj di nav Kurdan de pir tê hezkirin û parçeyek ji xwarin û çanda Kurda ye.

Mewîj ji hişkkirina mewîj çêdibe û ji bo tenduristîya mirov fêdeyên xwe pir in.

Mewîj bi saya fîber û antîoksîdanên zêde, piştgirîyek mezin dide pergala tenduristîyê. Di heman demê de ji hêla mîneralên wek hesin, potasyum û kalsiyûmê ve jî dewlemend e. Bi van taybetiyên xwe, mewîj ji bo laş xwarinek pir bi kêr û bi berhem e.

Mewîj ji ber nirxê xwe yê bilind û gelek bandorên erênî yên li ser tenduristîyê, xwarinek girîng e. Feydeyên mucîzeyî yên mewîjê pir in. Ji hêla pisporan ve tê gotin ku dema rojê herî kêm çengek mewîj bê xwarin, fêdeyên ku li lêş û tenduristîyê dike ev in:

XURTKIRINA RISTA BEDENÊ DIPARÊZE:

Dema ku mewîj bi rêk û pêk bê xwarin, bi pakijkirina laş a ji toksînan pergala berevanîyê xurt dike. Li hember nexweşîyên nefesê bi taybet di mehên zivistanê de xwedîyê bandorek paraztinê ye.

Mewîj dikare bandorek erênî li ser kesên ku pirsgirêkên wan ên jibîrkirinê hene, bike. Ji bo xurtkirina bîrê û kêmkirina jibîrkirinê tê pêşniyar kirin ku mewîj bi rêk û pêk bê xwarin.

PÊŞIYA BELBÛNA HUNEYÊN PÊŞSERÊ DIKE:

Antîoksîdanên ku di mewîjê de tên dîtin dikarin bi pakijkirina toksînên di laş de pêşî li belavbûna şaneyên penceşêrê bigirin. Kesên xwedan adetên netendurist, bi taybet tê pêşniyazkirin ku xwarinên têrantîoksîdan bixwin.

KÊMASÎYA HESIN RADIKE :

Mewîj ji hêla hesin ve dewlemend e û di dewlemendkirina kêmbûna hesinê laş de bi bandor e. Kesên ku kêmasîya hesin di laşê wan de hebe, tê pêşniyazkirin ku rojane 1-2 çeng mewîj bixwin.

JI BO ANEMÎYÊ BAŞ E:

Hesin, sifir û vîtamîna B A ku di mewîjê de tê dîtin, ew vîtamîn û mîneral in ku alîkarîya çêbûna xwînê dikin. Ji ber vê yekê, ji bo nexweşên kêmxwîn tê pêşniyazkirin ku ew bi rêk û pêk mewîjan bixwin.


PERGALÊ LÊŞ (laş) BI RÊK Û PÊK DIKE:

Bi saya fîberên ku tê de hene, mewîj pergala lêş bi rêk û pêk dike û ji bo demek dirêj mirov xwe têr hîs dike. Ji bo kesên ku dixwazin ji qelewbûnê xelas bibin, tê pêşniyazkirin ku mewîjan bixwin.

ENERJÎYÊ DIDE:

Dema ku danê sibehê tê xwarin, mewîj enerjîyê peyda dike û ji we re dibe alîkar ku hûn di tevahîya rojê de zînde bimînin. Di heman demê de ji bo kesên ku di parêzê de ne xwarinek bêqisûr e, ji ber şiyana wê ya ku we demek dirêj têr dihêle, mewîj ji jarbûna wer e dibe alîkar.


TENDURISTÎYA ÇERM DIPARÊZE:

Mewîj, ku bi derxistina toksînên laş bandorek erênî li tenduristîya çerm dike, di havînê de li hember tîrêjên tava zirardar xwedîyê taybetmendîya paraztina çerm e. Ew dikare pizik û pirsgirêkên çerm kêmtir bike.

Lê belê, divê ev jî bê zanîn ku heke alerjîyek we hebe divê hûn mewîjan nexwin. Wekî din, xwarina pir zêde, mîna her tiştê din, dikare zirarê bide we.

About The Author