Nûrî çelîk

Dibêjin hesabê malê û sûkê li hev dernakeve. Gelek caran meriv xwezîyên mezin dike, xewnên xweş û giran dibîne, lê gava meriv şiyar dibe wek ku meriv ji darekê bikeve xeyalşikestî dibe û dibîne ku rewş heman tas û heman himam e.

Hilbijartinên Parlamentoya Başûrê Kurdistanê bê teşqele, bê şer û pevçûn, bê brîndarî û serşikandin û bi serfirazî derbas bû. Helbet ev çîhê kêfxweşîyê ye. Kurdan carek din ji dinyayê re nîşan da ku Kurd demokrat in, girêdayî nirxên demokrasîyê ne û dikarin wek milet û dewletên medenî hilbijartinên xwe bikin.
Di propagandayên hilbijartinê de gelek tişt hatin gotin, gelek soz hatin dan û herdu alîyan (PDK û YNK-Barzanî û Talabanîyan) gelek tohmet xistin stuyên hev, hevdu bi gelek tiştan û hetta bi xiyanetê sûcdar kirin. Bi ser vê de jî, hilbijartin di rewşek aram û asayî de derbas bû û herdu alî jî di armancên xwe de bi ser neketin.

PDK û Barzanîyan hêvî dikir ku ewê bi dengek gelek bilind bibin partîya yekem û desthilatdar (her çiqasî bûn partîya yekem jî) û hikûmetek yekdest, hikûmetek yekane pêk bînin û kesî nekin şirîkê xwe. Herweha YNK û Bafil Talabanî jî bi heman hêvî û xwestekê propaganda dikir û çavê xwe berdabû Hewlêr û desthilatdarîya Hewlêrê. Her çiqasî destê Hikûmeta Bexdayê, Tehranê û PKK li pişta YNK û Bafil Talabanî bû jî, her çiqasî PKK di medya xwe de propaganda û piştgirîya Talabanî û antîpropaganda PDK û Barzanîyan kir û hişt ku alîgirên wê yên li başûr dengên xwe bidin Talabanî jî, Bexda, Tehran, Qendîl, YNK û Talabanî di nîvê rê de teqinîn, şikestin û bûn partîya duyem.

Dibêjin rojekê kurê pîrê nexweş dikeve û bi xwe de dimîze. Radibe diçe çem meleyê gund, mele ji lêwik re niviştekê çêdike û pê vedike. Kêfa pîrê tê û kurê xwe dibe malê. Erê kurê wê ji mîzê qut dibe, hew bi xwe de dimîze, lê îcar bi xwe de dirî. Pîrê behitî dimîne, radibe dîsa kurê xwe dibe cem melê û dibê, “ya mele, kurê min ji mîzê qut bû lê îcar dest bi rîtinê kir, ji kerema xwe kurê min dîsa bîne ser sêhra berê”.
Îcar ev jî mesela me û PDK û YNK ye. Ewqas qîrewîr û antîpropaganda fêde nekir, xuyaye wê dîsa bên ser sêhra berê û wê bi hev re koalîsyona hikûmetê çêkin. Ji ber PDK nikare bi serê xwe hikûmetê damezirîne, mecbûre yan bi YNK re yan jî bi Nifşê Nû re koalîsyonê çêke. Lê îhtîmala mezin dîsa wê PDK û YNK li hev rûnên û tohmetên xiyanetê deynin alîyekî.

Werhasilî kelam, wer xuyaye çîroka Yek Hikûmet, Yek Herêm, Yek Artêş ma buharek din. Yanî, dîsa wê duserîtî hespê xwe bibezîne û zirarê bide Kurdan.
Ji vê rewşa aloz a Rojhilata Navîn herkes ji binê xwe şil û bi tirs e. Herkes hesabê pêşeroja xwe dike. Heta bi Serokê MHP a nîjadperest jî ji bo selametîya dewleta xwe destê wekîlên DEM û PKK dihejîne û silavan ji Ocalan re dişîne. Lê çi hikmet be PDK û YNK ji vekirina defterên kevin pê ve hesabê pêşeroja Kurd û Kurdistanê nakin. Tunebûna “aqilê Kurdî“ hiştiye ku li her çar parçeyên Kurdistanê Kurd bê berdevk û bê nûner bimînin û ji ber vê jî Kurd ne di bala kesî de ne û kes hesabê wan jî nake. Bêtifaqî û neyartîya wan dihêle ku Kurd ji bo berjewendîyên xelkê bên bikaranîn û kujtin û ev jî di pêşîya Kurdistanek serbixwe de astenga her mezin e.

Axir..

Wek ku di hilbijartinê de jî çêbû, hêvîdarim di sazkirina Hikûmeta Nû de jî PDK û YNK bi aramî û asayî pirsgirkên xwe çareser bikin, hevdu neêşînin, ne berjewendîyên xwe lê pêşeroj û berjewendîyên Kurd û Kurdistanê ji xwe re bikin armanc.

Bi vê minasebetê ez hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pîroz dikim…

About The Author