Yekî Boşnaq tir ji Boşnaqan berda

Heger hûn dên û bala xwe bidinê, hûnê bibînin ku kesên li dijî Kurdan û heq û hiqûqê Kurdan derdikevin hemû ne Tirk in, ji sedî 90-95ên wan dewşîrme û dolheram in. Û piranîya wan jî bi koka xwe ji Balkanan e. Yan Boşnaq in, yan Arnavût in, yan Bûlgar û Rûm in, yan Makedonî, Çerkez, Gurcî û dolheramên din in. Û helbet Tirk û Kurdên dolheram jî ne kêmî wan e.

Yek ji wan dolheramên ku neyartîya Kurd û zimanê Kurdî dikin Boşnaq in. Boşnaqên ku li Tirkîyê dijîn û di her wesîle û platforman de neyartîya Kurdan û zimanê Kurdî dikin, û dibêjin zimanê fermî zimanê Tirkî ye, nabe Kurdî bê bikaranîn.

Di vê derbarê de wekîlê berê yê CHP Cîhangîr Îslam, ku bi xwe jî Boşnaq e, di devê wan Boşnaqên dolheram de mîzt û xwe da kêleka Kurdan.

Cîhangîr Îslam, lotikek qerase avêt, bersiva dolheramên Boşnaq da û ji wan re got: “Binerin oxlim, hey min di wejîyê we kirino, ji bo hûn meselê fêhm bikin divê berî her tiştî hûn li dostên me yên Kurd guhdarî bikin. Heger em Boşnaqî Kurdan fêhm nekin, emê înkara xwe bikin. Ma gava Sirpan em Boşnaq û zimanê me Boşnaqî înkar û asteng dikir, nayê bîra we ker kurên kerê!
Dema em zimanê zikmakî yê mirovan asteng dikin, em zextê li ser hişê wan jî dikin.
Ger em nehêlin kesek, çi bersûc û çi şahid, li dadgehê bi zimanê xwe yê zikmakî biaxive, em nikarin bigihîjin Rastiyê. Ez bijîjk im. Gava ez bi nexweşên xwe re bi zimanê wan, bi Kurdî baxivim, ma tiştekî xerab e xenzîrno! “ û gelek lotikên din.

Axir, Cîhangirê me piştî ku ji wekîltî û meclîsa Romê dûr ketiye mêranîya wî lê vegerîyaye û maf dide Kurdan. Wek her wekîlê partîyên sîstemê, heta di meclîsê de bin kerr û kor û lal dibin, piştî ji meclîsa naletlêhatî derdikevin îcar nuh bi rastîya Kurdan dihisin û piçek peşkên exlaq û wîjdanê mirovatîyê li wan dikeve.

Lê dîsa jî baş e û xwedê xêra wan qebûl bike wesselam..

stenbol

About The Author