Hişyarbûn û xwenasîna xort û ciwanên Kurd hêvîyek mezin dide me û pêşeroja me. Di vê rewşa malkambax û têkçûyî de xwenasîn, vejîna hest û hişmendîya netewî, xwedî li derketina ziman, çand û dîroka Kurd, erk û karekî pîroz e û ev erk dikeve ser mile her Kurdê xwedî xîret.
Ciwanê Kurd Alî Çeven yek ji wan xîreşkêşan bû ku bê tirs digot “ez ne Tirk im, ez Kurd im, Kurd li Rojhilata Navîn Neteweyek e, çawa ku Tirk li hev xwedî derdikevin dive em Kurd jî li her çar parçeyan xwedî li hev derkevin” û gelek tiştên ku serok û siyasetmedarên Kurdan nikarîbûn li kolanan eşkere bêjin, gotin.
Piştî girtin û berdana wî, dolheramên dewleta Romê dîsa ew girtin, êşkence lê kirin û bi rêya dadgehên xwe yên derqanûnî berê wî dan zindanê.
Dewleta ku ji xortekî Kurd û ji rastîya gotinên wî tirsiya, îro bi durûtî çîrokên aştî û bratîyê ji Kurdan re dibêje û ji alîyekî de jî Kurdan digire, wan dikuje, zimanê wan qedexe dike û bi van kiryaran bêbextî û neyartîya xwe eşkere dike.
Werhasilî kelam, divê Kurd bi giştî û bi taybet jî siyasetmedar, parêzer, serokpartî û hemû kesên ku piçekî xîret di pozê wan de hebe, hem li Alî Çeven û hem jî li temamê xort û ciwanên Kurd xwedî derkevin, wan bi tenê nehêlin û erka xwe ya welatparêzî û Kurdayetîyê bînin cîh.
Dîko berda mirîşkê
Dîko qezenc kir, Jin, Jîyan, Azadî têk çû
Çima hûn îstîfa nakin heval?