Zinar Qelemşûr
Em Kurd bûne darikên ber diranê xelkê, gava ji wan re lazim bû bi me goştê ber diranê xwe derdixin, gava ne lazim bû me dişkînin pêhnekê li der qûna me dixin. Bi gotinek din, em bûne wek jokerê ber qelemaçan, ji kê re lazim bû me dixe ber perê xwe û pê lîztikê qezenc dike.
Piştî lotika Serokê MHP Devlet Bahçelî, Kurd dîsa li ber dilê hinekan şîrîn bûn û wey li wî ku Kurdaan li hember ên din bi kar bîne. Bahçelîyê ku bi vexwendina Ocalan a meclîsê toz û tirapêl (ececok) li Tirkîyê rakir, bû sedema hinek bahoz û zelzeleyan û qiyamet li Tirkîyê rabû. Hinekan destê wî hejand û spasîya wî kir, hinekan jî ew wek xayîn û xwefiroş bi nav kir. Lê pelûl dîsa bi serê Kurdan de rijîya.
Werhasilî kelam, piştî ku lotik û zîtirkên Bahçelîyê serşûnik negiha armanca xwe û hêvîya ku şirîkê wî jî dikir pêk nehat, îcar Şaredarê Esenyûrt ê Stenbolê Pro. Ahmet Ozerê CHPî (Kurd e û di 2015an namzetê HDP bû. Bi lihevkirina HDP û CHP bû namzetê CHP ê Şaredarîya Esenyûrtê) girtin û li şûna wî qeyûm danîn, CHP rabû ser tapanan û Kurd dîsa hat bîra wan. Yanî, heta ku av neçe bin qûna wan, Kurd li bîra wan nayên.
Axir, Alîkarê Serokê Giştî yê CHP û Berdevkê Partîyê Denîz Yucel, li Stenbolê rabû lotikek avêt û got: “ Ez bi serê M. Kamal bikim li Tirkîyê pirsgirêka Kurd heye û divê ev pirsgirêk bi rêyên demokratîk û aştîyane bê çareserkirin. Pirsgirêka Kurd bi lihevkirinek civakî, bi awayekî zelal, bêyî pêşdarazî li ser bê axavtin û li dora maseya di bin banê TBMMê de bê çareserkirin“ filan û fîstan.
Yucelê min û we di mesela hebûna Kurdan de germ bû, pê de çû û dîsa got:
„Bi şeş telaqên jinberdanê, partîya me di mesela Kurd de alîgirê çareserîyek aştîyane û demokratîk e û ji bo çareserîya pirsgirêka Kurd emê dev ji hewldana çareserîyê bernedin “ filan û bêvan.
Ez serê we neêşînim, herkes behsa aştî û demokrasîyê dike, herkes dibêje pirsa Kurd bi aştî û demokrasîyê çareser dibe. Lê herkes jî li dij guhertina her çar xalên makzagonê derdikevin û dixwazin pirsgirêka Kurd bi Tirkbûn û Tirkîyeyîkirina Kurdan çareser bikin.
Yanî, hemû jî qûyê dêya xwe dixwin û derewan dikin û hûn sax.
Stenbol
Bayramê me xwe ji şerê dîplomasîyê re amade kir
Ma kes kare vî gunikreşî bigire
Piştî tirê kezîkurê