Piştî lotika serokê nîjadperestên Tirkîyê Devlet Bahçelî, trafîk û çûn û hatina Îmralî û Edîrneyê zêdetir bû û dê weledê xwe avêt. Bahçelî yê ku tiştekî ji bo çareserîya heq û hiqûqê Kurdan naxwaze û tew hebûna wan jî qebûl nake, ji alî gelek Kurdên me ve wek destpêka aştî û çareserîyê hat dîtin û herkesî bi alî xwe ve kişand.
Devlet Bahçelî, berî ku Serokê CHP Ozgur Ozel serdana Selahattîn Demîrtaş bike bi rojekê, di meclîsê de bomba Ocalan teqand û ew vexwend meclîsê. Bi vê yekê hem rê li ber CHP girt, hem jî li ber Demîrtaş. CHP di pêvajoya nû de Demîrtaş wek aktorekî sereke dibîne, AKP û MHP jî Ocalan derxistin pêş.
Axir, li ser bextê fitne û fesadên Rûdawê be, dibêjin Parêzer Sitki Zîlan û Mahmud Koyuncu di 17ê Mijdarê de bi Hevserokê Giştî yê HDP Selahattîn Demîrtaş re li Girtîgeha Girtî ya Edîrneyê hevdîtinek pêk anîne û dane lotikan.
Li gor gotina wan, dibêjin di derbarê çareserîya pirsa Kurd de Seloyê me gotiye:
„Binerin oxlim, heke hûn dixwazin bi min re li ser çareseriyê biaxivin, pêşî hebûna min bibînin, min berdin, hûn dixwazin em li ber derîyê girtîgehê biaxivin“.
Li gor gotina Parêzer Sıdki Zilan, Seloyê me diyar kiriye ku di pêvajoya nû ya çareserîyê de ne dewletê ne jî AK Partiyê rasterast bi wî re hevdîtin pêk neanîne û gotiye:
„Bi allahwekîl, heta ez di girtîgehê de bim ezê qala çareserîya pirsa Kurd nekim. Ez girtî me. Heke birastî hûn dixwazin bi min re li ser çareserîyê biaxivin, stuyê xwe bişkînin û pêşî min berdin, em dikarin li ber derîyê girtîgehê jî li ser vê mijarê biaxivin“ û daye lotikan.
Lê gotina ji hemû gotinan xweştir, Seloyê me gotiye: „Çareserî bi şirîkatîya Kurdan a bi dewletê re pêk tê. Lihevkirina dewlet û PKKê pirsa Kurd çareser nake. Divê hemû qatên civakê tev li pêvajoyê bibin. Ger pêvajo bi vî rengî nemeşe, aştîya civakî pêk nayê“ û mîrkutek li nav sere PKK jî xistiye.
Werhasilî kelam, Seloyê me rast gotiye û xweş gotiye. Dewlet û PKK şerekî bi control û bi şêwir û mişêwir dimeşînin. Çareserî bi dewlet û PKK re nabe. Heke çareserîya pirsa Kurd bê xwestin, ew jî bi hemû qadên civakê re dibe, bi hemû nûnerên Kurdan re dibe. Yan na lotik û zîtirkên ku di pişt perdeyan de bên avêtin ne mesela Kurdan çareser dike, ne jî aştî û quzilqurtê..
Stenbol
Yekîtîyê jî got yekîtî
Ozdago jî pê girt
Siyaseta şaş Bavê Teyar da kujtin