Ma Îmralî û Navenda Şerê Cîhanê heval!

Dibêjin xwedê kesî şaş neke, ku şaş kir jî fahş neke, ku fahş kir jî haş neke. Pelûla ku bi serê Kurdan de rijîyaye bi serê tu miletî de nerijîyaye. Li tu welatekî din, tu miletekî din, kesên biyanî, ango kesên ku ne ji qewm û miletê wan bin, nekirina serok û rêberên xwe. Lê em Kurdên xwelîser dikin. Hem jî bi dil û can dikin. Kesên ku di nav miletê xwe de nikarin bibin muxtar, bi xêra me Kurdên çeqilmas dibin serok û rêber, dibin mîr û wezîr. Ev jî ne bes e, tew îcar radibin li ser navê me û doza me biryaran didin û bi çarenûsa me dilîzin.

Axir, mesela me li ser Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û Aştîya Rojhilata Navîn e.

Wek hûn zanin, Rojhilata Navîn dikele û bûye wej hûtîna nikar û kilsê û bûye pizotek ji êgir. Ev hêtûn bi şerê Hamas û Îsraîlê germ bû û li herêmê belav bûye. Ji alîyekî şer û nakokîyên li Rojhilata Navîn, ji alîyê din şer û nakokîyên di nav NATO û Rûsyayê de derketiye astek bilind û bi şerê Rûsya û Ûkrayna berdewam e. Piştî avêtina fûzeyan tirsa destpêkirina Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ketiye dilê her kesî û her kes ji man û nemana xwe ketiye şik û gumanê. Birastî heta go Endama Navendî ya PKK xaltîka we Hêlîn Umît (ku ew jî wek gelek rêvebirên PKK û DEMê Tirk e û ji bajarê Kastamonû ye) sedema Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û pêkhatina Aştîya Rojhilata Navîn eşkere nekir, me digot qey sedem Amerîka û Rûsya ne. Bi bi saya serê xaltîka Hêlîn Umît me rastîya destpêkirina Şerê Hîhanê yê Sêyemîn û pêkhatina aştîya li Rojhilata Navîn fêhm kir.

Xaltîk û berdevka me Kurdan Hêlîn Umît a Tirk, hevpeyvînek bi Ajansa ANF re kir û bi gotinên xwe pirsên di serê me de zelal kirin.

Xaltîka min û we çi got?

Got: “Îmralî qada ku azadî lê girtî ye. Li Îmraliyê dixwazin ne tenê pêşeroja gelê Kurd, pêşeroja gelan jî tarî bikin. Niha carek din geşedanan derxistiye holê ku bêyî fêmkirina rastîya Îmraliyê, rewşa siyasî û geşedanên li Tirkiyê nayên nirxandin. Rêber Apo Îmralî wek navenda têkoşînê, wek navenda şer nirxand” û filan û bêvan.

Yanî, pêşeroja gelê Kurd û gelên dinyayê bi Îmralîyê ve girêdayî ye û heta tecrîda li ser Ocalan ranebe wê xwedê ji gelên dinyayê bistîne û wê malik li wan bivirite.

Heta vir me fêhm kir, em zanin ku ne tenê qedera gelên herêmê û dinyayê, qedera hemû mirî û zindîyan jî helbet bi selametîya başqan Ocalan ve girêdayî ye. Me ev zanîbû û em zanin. Lê tiştê me nizanîbû Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û sedema derketina şer bû.

Xwedê û pêxember jê razî be, xaltîka me Umît ev yek jî ji me re zelal û eşkere kir.

Xaltîka me ji ANF re çi got?

Got: “Binerin heval, em şerê li derve dinirxînin. Em şerê li Herêmên Paraztinê yên Medyayê dinirxînin. Em êrîşên şerê taybet ên li dijî civakê dinirxînin. Em Şerê Cîhanê yê Sêyemîn di her qadê de dinirxînin. Lê me her tim di vê yekê de israr kir. Me got navenda sereke ya Şerê Cîhanê yê 3. Îmralî ye. Li Îmraliyê şer diqewime“ û ziravê me qetand.
We fêhm kir ne?

Şerê Rûsya û Amerîkayê, şerê Îsraîl, Îran, Hamas û Hizbûllahê hemi çîrok in û ne sedema derketina Şerê Cîhanê yê Sêyemîn in. Navenda Şerê Cîhanê yê Sêyemîn Îmralî ye û bi tecrîda li ser Ocalan ve girêdayî ye. Heger tecrîd ranebe, wê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dest pê bike û dinya ser û binê hev bibe.

Wey bavoooooo, bi allahwekîl xwedê ji me û ji dinyayê stend!

Axir, ji bo van agahdarîyên kesanedî û nirxdar em spasîya xaltîka xwe Hêlîn Umît dikin û hêvîdarin ku Îmralî nebe sedema Şerê Cîhanê yê Sêyemîn.

Stenbol

About The Author