Nûrî Çelîk
Dibêjin kurmê şîrî heya pîrî ye. Di 7 salîya xwe de çi be, di 70 salîya xwe de jî ew e. Yan jî em Kurmê Darê jê re bêjin belkî çêtir be. Heger kurm katibe darê, yan jî vîrûsa nexweşîya bêderman ketibe laşê meriv, dermankirin û derxistina wê nexweşîyê zehmet e, heta bi mirinê dibe rêhevalê meriv.
Me gelek caran behsa rewşa me Kurdên Bakur û bi taybet jî behsa rêxistin û partîyên Bakurî (ji xeynî PKK) kiriye. Em jî rewşa wan dizanin û ew jî rewşa xwe û perîşanîya ku siyasîyen tê de ne dizanin. Lê dîsa jî bi siyasetek hindik û rindik, bi siyaseta salonan, bi siyaseta serdana vir û wir û bi derxistina çend daxuyanî û dana çend hevpeyvînan bahwer in ku kar û xebatek mezin ji doza Kurd û Kurdistanê re dikin. Xwe bi vî haweyî razî dikin. Xwe wek partîyên welatekî serbixwe û serdest dibînin, bi vê hest û hişmendîyê siyasetê dikin. Bi ser ku partî ji bo dozekê ne armanc lê hacet û alav in, em vajayî wê dikin, doza welatekî bindest hacet û partîtîyê wek armanc dibînin. Aha ev kurm û vîrûsa ku siyasîyen ji salên 70î û vir de ketiye mejî û laşê me, hê jî ji hiş û bedena me derneketiye, dernakeve. Hem hest û mejîyê me dikevêje, hem di warê siyasî û hem jî di warê yekîtî û tifaqa netewî de hêdî hêdî me dikuje, me ji hev tarûmar dike.
Siyaseta me bûye wek bazirganîya dikandaran. Rêvebirên me bûne bazirganên siyasî û partîyên me jî bûne dikanên tax û mehelan. Ev dikandarên ku her yekê 20-30 mişterîyên wan hene yan tunene, bi zikek têr yek birçî, di xeyala mezinbûn û dewlemendbûnê de ne. Lê nizanin ku (ew jî dizanin) bi dikanek piçûk bajarek nayê têr kirin û di encamê de wê li pataxê bikevin (top bavêjin, îflas bikin). Aha di vê serdemê de, ji bo ku em van dikan û dikandarên piçûk bînin cem hev û ji wan re markêtek mezin çêkin, hinek hewl hatin dan. Hewl hat dan ku markêtek navendî bê çêkirin, dikan û dikandar karibin di bin sîwana wê markêtê de bazirganîyek baştir û mezintir bikin û di bin sîwana wê markêtê de ji bo Kurd û Kurdistanê bazirganîyek mezintir bikin. Hewl hat dan ku dezgeh, tevger, platform yan jî partîyek netewî bê sazkirin da ku ev partîyên heyî di bin sîwana wê de bicivin, bi hest û hişmendîyek netewî di bin wê sîwanê de kom bibin, bi kadroyên nû, bi sîmayên nû, bi kesayet û berdevkên hemû civatê, bi hemû bîr û bahwerîyan, bi xwenda, akademîsyen, nivîskar û rewşenbîrên ku ji rewşa îro ne razî ne û pêwistîyê bi tevger yan partîyek nû û Kurdistanî dibînin bên cem hev û gavek nû bê avêtin. Tevger yan partîyek bê îcazet, bê wesayet û bê desttêwerdana partîyên heyî. Yanî dezgehek ku ji hemû partîyan re bibe sîwan û ji Kurdên Bakur re bibe nûner û berdevk. Gelek kom û partîyên heyî piştgirîya vê hewlê kirin û hêvîyek dan. Hewl hatin dan ku ev hemû beşên civaka Kurd di konferansekê de bêm ba hev, pirs û pirsgirêkên civaka Kurd nîqaş bikin, li ser pêwistîya tevger yan partîyek çawa rawestin û li gor encama wê konferansê helwest bê danîn û gavek bê avêtin. Lê xuyaye kurmê şîrî dîsa ket dewrê, ezezî û berjewendîyên partîtîyê dîsa li nav lingên me herbilî û nehişt yan jî nahêle Kurd di bin sîwanek netewî de bên cem hev. Yanî, dixuye ku xeyalên me dîsa beravêtî dibin yan jî tên beravêtîkirin.
Sed mixabin, (ji bilî PWK) ewên ku doh piştgirî didan van hewlan û sazkirina anternatîfek nû girîng û pêwîst didîtin, xuya bû ku di gotin û helwestên xwe de ne samîmî ne û bi nêta berjewendîyên partîtîyê nêzîkî mijarê dibin. Konferansa ku ji bo avakirina alternatîfek nû dihat xwestin, tê dîtin ku dibe bi qurbana hewla Devlet Bahçelî-Ocalan û ji armanca ku em li bendî bûn, dûr dikeve. Ev hewla ku bi navê “Pêvajoya Nû” tê binavkirin (ku ji pêvajoyek rasteqîn dûr e û ji xapandina Kurdan pê ve ne tu tişt e) ji avakirina alternatîfek netewî girîngtir tê dîtin û konferansa ku me hêvî dikir bi hev re bê lidarxistin, tê beravêtîkirin. Ji ber vê sebebê, em pêwîst nabînin ku beşdarî fonferansa piştgirîya siyaseta Devlet Bahçelî bibin û enerjîya xwe di vê rêyê de serf bikin. Helbet li ser Pêvajoya Nû (!) her partî dikare helwest û dîtina xwe pêşkêşî awira gelemperî bike, her kes di dîtin û helwesta xwe de azad e. Lê lidarxistina konferansa tifaq û yekîtîya Kurdan ji bo me ji siyaseta xapînok a dewletê girîngtir û pêwîstir e. Yanî, divê xal û armanca me ya yekem Bakurê Kurdistanê û xala duyem siyaseta dewletê be. Divê neyê ji bîr kirin ku aktor û seraktorên van lîztik û dek û dolaban ji xwe kifş in û ji alî wan ve emê bi vê rewşa xwe nikaribin bibin şirîkê Pêvajoy Nû (!).
Hewl û xeyalên me hemûyan pêk tên yan nayên nizanim. Belkî berî mirinekê em bibînin, belkî jî nebînin. Lê doza miletê Kurd, doza Kurd û Kurdistanê dozek mezin û giran e û ne karê rêxistin yan partîyek bi tenê ye. Helbet gîha (geya) di bin keviran de namîne. Rojek bê wê keç û kurên bavan, wê keç û kurên ciwamêran destên xwe têxin bin vî kevirê giran û wê doz û xeyalên bav û kalên xwe bimeşînin, wê doza Kurd û Kurdistanê li erdê nehêlin. Bê berjewendîyên şexsî, bê berjewendîyên partîtîyê..
Nêçîrê me lotikek dîplomatîk avêt
Derfeta piştî sed salî..
Aqûbet li serê dîktatorên din be