Dîko li ser Sûrîyê nirxandinek dîkane kir

Kevîn Kurdson

Wek hûn zanin, HTŞ û lotikvanê wê Abu Mohammad al-Golani di şev û rojekê de qûn li Beşar Esed qetand û Sûrîye xist destê xwe. Golanîyê ku kes nizane zilamê kê ye û destên kê di bêrîkên dî de ne, çend peyamên xweş û germik û nermik dan û got ku Kurd beşek bingehîn ji Sûrîyê ne filan û fîstan.

Hinek dibêjin Golanî zilamê Tirkîyê ye, hinek dibêjin na wele zilamê Ingilîzan e, hinek dibêjin bi telaq zilamê Îsraîlê ye û herkes li gor qîm û dilxwestina xwe wî payedar dike. Lê zilamê kê dibe bela bibe, ji vî ve. A girîng ev e ku di desthilatdarîya wî de Kurd bi azadî bêhnekê bistînin, herêma xwe biparêzin û bibin xwedîyê statuyekê.

Axir…

Serokê dinya û axretê Dîko (Trump) cara yekem li ser rewşa Sûrîyê axivî û lotikek tewşo mewşo avêt, nîşan da ku tiredînekî xwedê ye û ji berjewendîyên xw pê ve ne di xema derdê tukesî de ye.

Dîko Trump, di civînek çapemenîyê de bersiva pirsên rojnavenana da û got: „Tirkîye hêzek mezin e Erdogan jî tam li gor sere min. Di destê wî de hêzek min a leşkirî heye, xwedîyê artêşek bi bandor e de“ û pê de çû.

Êêêê, ji berê de gotine mêr mêran nas dikin. Wek mesela qapax û beroşê ye yanî.

Dîko dûvre got: „Tirkîye li pişt guhertina Sûrîyê ye. Erdogan serokekî pir jîr e. Tirkîye bi salan ev yek dixwest û bi dest xist. Tirkîye bêyî ku xwînê birjîne desteserkirinek ne dostane pêk anî. Xuyaye wê mifta Sûrîyê di destê Tirkîyê de be“ û gelek lotikên din.

Dîko di dawîyê de got: „Tirkîye li pişta komên çekdar ên Sûrîyê ye, ev yek ji bo min ne pirsgirêk e. Kî li pişt komên çekdar e, mifta Sûrîyê di destê kê de ye ne xema min e, ji vî ve“ û dawî li lotika xwe anî.

Bi vê lotika xwe Mîster Dîko carek din eşkere kir ku ew ne zilamekî pêbahwer e û di mijara Sûrîyê de wê tu xêra wî negihê Kurdên Rojava.
Lê Dîko bi gotina „li Sûrîyê desteserkirinek ne dostane pêk anî“ jî peyamek mezin da sermezinên Tirkîyê û ava serê wan keland. Îcar wê di pêşerojê de bi çi rengî heyfê ji Tirkîyê hilîne û tirê jê berde xwedê zane..

Ê de xwedê kerîm û rehîm e…

Waşîngton

About The Author